Çalakiya konvedanê di roja 17`an de bi sozdayîna parastina destkeftiyên şehîdan dewam kir

Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo di roja 17`an de bi beşdariya endamên saziyan û soza bilindkirina asta têkoşînê û parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê dewam dike.

Çalakiya konvedanê di roja 17`an de bi sozdayîna parastina destkeftiyên şehîdan dewam kir
28 tebax, 2022   13:33
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê Hêzên Parastina Civakî-Jin ve bi koordîneya Kongra Star bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û girtina qada hewayî ya herêmê bi dirûşma “Kanî dadmendiya we li dar xistiye”, 17 roj li pey xwe hişt.

Endama rêveberiya Kongra Star Meha Mihemed axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir ku civata navneteweyî û "dewletên garantor" li hember wê bê deng in.

Meha Mihemed got: “Tevî êrişên li ser herêmên me, em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Em li rex hêzên xwe yên leşkerî ne û dê bi berxwedana xwe dagirkeriyê têk bibin.”

Piştre endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Xewle Mûsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker rojane bi balafirên bêmirov û çekên giran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hêzên leşkerî dike hedef ên ku li dijî hêzên tarî DAIŞ`ê şer kirin. Heta niha xeteriya vê terorê li ser cîhanê û mirovahiyê heye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hemû pêkhateyên herêmê nexasim zarokan dike armanc, bi hiceta parastina ewlehiya xwe. herî dawî êrişa li ser navenda perwerdeyê ya keçan a bi çavdêriya NY`yê ku di encamê de 4 zarok şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike, herêmê ji şêniyên resen vala bike, terorîstan li şûna wan bicih bike ku ku mal û milkên welatiyan talan dikin, hovantirîn sûcan li dijî gelên herêmê pêk tîne. Her wiha hat gotin dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê biguhere da ku sînorên xwe firehtri bike û împeratoriya osmanî vejîne beriya lihevkirina Lozanê bi dawî bibe û nexşerêya herêmê ji nû ve xêz bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mirovî û mafên mirovan hate kirin ku parastina gelê herêmê bikin û qada hewayî ya herêmê bigirin. Her wiha bang li pêkhateyên herêmê hate kirin ku li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin û parastina destkeftiyên şehîdan bikin.

(eh)

ANHA