​​​​​​​Polîsên Germiyanê têkildarî hedefgirtina Suyel Xorşîd daxuyanî da

Berdevkê Polîsan ê Germiyanê ragihand ku ji bo dîtina kujerê endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xorşîd wan dest bi lêkolînê kirine.

​​​​​​​Polîsên Germiyanê têkildarî hedefgirtina Suyel Xorşîd daxuyanî da
28 tebax, 2022   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xorşîd ku wekî mamoste Şemal tê nasîn dema ji dewama xwe ya kar vedigeriya mala xwe ya li Kifrî ya Silêmaniyê rastî êrişek çekdarî hat û şehîd bû.

Têkildarî bûyerê, berdevkê Polîsan ê Germiyanê daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Danê nîvro li bajarokê Kifrî welatiyê bi navê Suheyl Xorşîd ku karmend bû li Fermangeha Çandiniyê ya Kifriyê li ber derê mala xwe, ji aliyê kesekî nenas ve hatiye qetilkirin. Niha polîs li cihê bûyerê ne û ji bo dîtina kujer dest bi lêkolînê kirine.''

Nivîskar û dîroknas mamoste Şemal endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî bû, di heman demê de li Fermangeha Çandiniyê ya Kifrî karmend bû.