Endamê Encûmena Tevgera Azadî Suheyl Xorşîd li Silêmaniyê di êrişekê de şehîd bû

Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xorşîd li ber deriyê mala xwe ya li Kifrî ya bajarê Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hat û şehîd bû.

Endamê Encûmena Tevgera Azadî Suheyl Xorşîd li Silêmaniyê di êrişekê de şehîd bû
28 tebax, 2022   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xorşîd ku weke mamosta Şemal tê nasîn dema ji kar vedigeriya mala xwe ya li navçeya Kifrî ya girêdayî bajarê Silêmaniyê, rastî êrişeke çekdarî hat û şehîd bû.

Hate ragihandin ku cenazeyê mamosta Şemal birine nexweşxaneya Dadê ya Kelarê.

Mamosta Şemal di heman demê de nivîskar, dîroknas û endamê Fermangeha Çandiniyê ya Kifrî bû.

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdisatnê beriya niha jî gelek sûîqast pêk hatine. Ji wan şehîdxistina endamê Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK`ê Şukrî Serhad ku di 17`ê Îlona 2021`an de di êrişeke çekdarî de hat şehîdxistin.

Di 17`ê Hezîrana 2022`an de jî droneyeke biçek a dewleta Tirk a dagirker li qezaya Kelarê ya bajarê Silêmaniyê erebeyek bombe kir, di encamê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

(cx)