Li Pakistanê ji ber lehiyê zêdetirî hezar kesî mir

Li Pakistanê ji ber baranên zêde yên bûn sedema lehiyê ji serê mehê ve hezar û 33 kes mirin.

Li Pakistanê ji ber lehiyê zêdetirî hezar kesî mir
28 tebax, 2022   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Felaketê ya Neteweyî (NDMA) di 24 saetên dawîn da 119 kes ji ber lehiyê mirin.

Li gorî bîlançoyên dawî hejmara kesên ku di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 33 kesan.

Li hin deverên welat baran dewam dikin. Bi tevahî lehî bandorê zêdeyî 33 milyon Pakistanî (ji her heft kesan yek) kiriye.

Li gorî daxuyaniyên hikumetê nêzî 1 milyon xanî yan hilweşiyan yan jî zirareke mezin dîtine.

NDMA`yê ragihand ku ji ber lehiyê zêdeyî 80 hezar hektar zeviyên çandiniyê xera bûne, 3 hezar û 400 kîlometre rê xisar dît û 149 pir jî hilweşiyane.

Baranên mûsonê bi giştî ji meha hezîranê heta îlonê dewam dike, ji bo avdana zeviyan û nûkirina çavkaniyên avê xwedî girîngiyek mezin e.

Ji ber ku binesaziya xaniyên li deverên gundewarî ne sexleme, her sal bi xwe re karesatên giran jî tine.

Li Pakistanê lehiyên herî giran di sala 2010’an de pêk hat, ji pêncan yekê welat di bin avê de mabû. Di karesatê de zêdetirî hezar û 800 kesî jiyana xwe ji dest dabû û zirar gihiştibû zêdetirî 20 milyon kesan.

Pakistan di nav wan welatên ku li hemberî guherîna avhewayê bê parstine de cih digre. Li gorî lêkolînên rêxistina civaka sivîl Germanwatch, Pakistan di nava welatên ku herî zêde xeteriya bûyerên meteorolojîk lê heyî cih digre.