Li Terablusê piştî şerên giran aramî serwer bû

Piştî şerê li paytexta Lîbya Trablusê ku di encamê de 23 kes hatin kuştin û 140 kes birîndar bû, niha rewş li bajêr aram e. Hikumetên Yekitiya Nîştimanî û Îstiqrar jî hîna hev du bo berpirsyariya bûyerê tawanbar dikin.

Li Terablusê piştî şerên giran aramî serwer bû
28 tebax, 2022   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja yekşemê li paytexta Lîbya Terablusê şer rû da, ku ji beriya du salan ve şerê herî dijwar bû.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Yekitiya Nîştimanî, di encama şerê şeva înê-şemiyê de23 kes hatin kuştin û 140 kesên din birîndar bûn.

Li gelek taxên bajêr şer derket û di dirêjahiya şevê de dengê gule û teqînan hat bihîstin. Şer heta duh êvarê dewam kir.

Heyva Sor a Lîbyayê destnîşan kir ku tîmên wan li Trablusê şênî ji herêmên şer derxistin û hin birîndarên li nexweşxaneyan derxistin û radestî malbatên wan kirin.

Heyva Sor bang li hemû aliyan kir ku alîkariya tîmên wan bikin da ku li bajêr bi erka xwe ya mirovî rabin.

(eh)