Serdana Macron bo Cezayirê: Girîngî û dema wê

Di demekê de ku li Ewropayê ji ber destwerdana leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê, aloziya gazê heye, serokkomarê Fransayê Emmanul Macron 25`ê Tebaxê bi awayekî fermî serdana Cezayir kir, serdan du roj berdewam kir. Gelo girîngiya vê serdanê çi ye? Encamên wê dê çi bin?

Serdana Macron bo Cezayirê: Girîngî û dema wê
28 tebax, 2022   07:33
QAHÎRA-MUHSIN EL MISRÎ

Di gelek raporên çapemeniyê de behsa hewldanên Parîsê hate kirin ku dixwaza sûdê ji gaza Cezayirê bigire, nemaze  ji ber kêmbûna gaza Rûsyayê aloziya li Ewropayê çê bûye. Cezayîr dewleta yekemîn a li Afrîkayê ye ku gazê dide derve û bi rêjeya ji sedî 11 gaza giştî ya Ewropayê dabîn dike.

Di civîneke çapemeniyê de ku serokkomarê Fransayê roja înê di serdana xwe ya li Îtalyayê de li derxistiye, Macron pesna rola Cezayir da ku jêderên cihereng ên gazê ji Ewropayê re peyda dike.

Macron, mijara ku Fransa hatiye parsiyê ji Cezayir bike ji bo gazê dabîn bike, red kir. Fransa rêjeyeke gelek kêm a gazê ji Cezayir an ku ji bingeha ji sedî 20, Fransa ji sedî 8 geta 9 gazê ji Cezayirê digir.

Der barê sedemên serdanê û wexta wê, armancên rastîn ên Fransayê de, gelek pirspor û analîzvan ji ajansa me re axivîn.

GELEK DOSYA HENE DI NAV DE NÊZÎKBÛNA CEZAYIR Û TIRKIYÊ

Lêkolînerê kar û barên Mexribê yê ji Misirê Kamil Ebdullah got: “Ji dema serokê Cezayirê Ebdulmecîd Tebûn gihaşt qesra Mirdaye ve, têkiliyên fransî-cezayirî di pêvajoyeke gelek dijwar re derbas dibin, ji ber dosyayên girêk ên di navbera her du welatan de hene, di serî de dosyayên bîra nîştimanî, nakokiya nêrînên têkildarî têkiliyên her du welatan li bakurê Afrîka, herêma berav û Deryayê Spî.”

Ebdullah wiha domand: “Cezayirî dibêjin, Fransa berpirsa rewşa Malî û paşdeçûna rewaş ewlehiyê li bakurê welêt, avakirina peywendiyan bi Rûsyayê re ku hegemoya xwe li Pamako li ser hesabê Fransayê xurttir kir, bi taybet piştî derbeya leşkerî ya sala 2018`an. Li Lîbyayê jî, cezayîrî li dijî desteka Fransa ji fermandarê artêşa nîtimanî Xelîfe Hafter in ku cezayîrî wî tercîh nakin. Her wiha têkiliyên di navbera Tirkiyê û Cezayir de bi taybet li Lîbya, herêma berav, Deryaya Spî hene ku Fransa nepejirîne.”

DOSYAYA ENERJIYÊ

Kamil Ebdullah diyar kir ku serokkomarê Fransayê ji vê serdanê armanc dike, ''Têkiliyên bi Cezayirê ji nû ve ava bike, nexasim li gel nakokiya navneteweyî ya ku di encama şerê Rûsya û Ukraynayê û aloziya eneriyê ya Ewropayê de derketiye. Fransa dixwaze tev li hevirkên xwe yên li Romayê bibe ku lihevkirinên stratejîk bi Cezayirê re di qada enerjiyê û hevkariya aborî de, îmze dikin. Li rex wê jî, helwesta Cezayir li hember geşedanên li Lîbya, herêma berav û Deryaya Spî.''

Girêdayî karîna Cezayîrê ku pêdiviyên gazê yên Fransayê li şûna Rûsyayê dabîn bike, Ebdullah diyar kir ku Lîbya û Cezayir dikarin vê role bilîzin heke hêzên Ewropayê desteka pêwîst ji qadên petrol û gazê yên her du welatan re pêşkêş bikin da ku hilberandina gaz û petrolê zêde bikin bi şêwazekê ku pêdiviyên Ewropayê ji her du madeyan dabîn bikin.

Li gorî Ebdullah, helwesta Ewropayê ya niha dûrketin e, hevirkî di navbera hêzên sereke yên ewropî; Almanya, Brîtanya, Fransa û DYA`yê de her ku diçe zêdetir dibe nexasim piştî ku Pûtîn hemleya xwe ya leşkerî ji bo kontrolkriina Ukraynayê ragihand.

Ebdullah destnîşan kir ku ev hevrikî, planên pêşxistina qadên eneriyê li Afrîka û Rojhilata Navîn asteng dike, ji ber ku hevrikiya bi hêz di navbera hêzên rojavayî yên mezin de careke destpê kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Almanya û Fransa, Brîtanya û DYA her yek di aliyekî dijber de diçe. Li rex wê jî, nakokî di helwestan van dewletan de heye têkildarî dosyayên navneteweyî yên stratejîk mîna enerjî, avhewa, koçberî û teror ku niha ne di rojeva van dewletan e.”

Edîtorê kovara siyaseta navneteweyî û mudirê navenda Lêkolînên Stratejîk a Raa, Dr. Ebû El-Fedil El Isnawî got, Fransa ji vê serdanê di vê wextê de armanc dike, hevbeşiya dualî di navbera her du welatan de vegerîne, têkiliyên dualî xurttir bike, di pêşerojê de rûpelên nakokiyê biqulbîne ku di encamê de sûd li her du gelan bibe.

El Isnawî daxuyand ku ev serdan ji bo serokkomarê Fransayê firsendeke da ku hevkariya fransî-cezayirî li hember dosyayên herêmî xurttir bike û nakokiya di dosyaya bîrê de piştî demeke dirêj a nakokbûna têkiliyan, aram bike.

El Isnawî îşaret pê kir ku encamên destwerdana Rûsya li Ukraynayê, dê bandor li vê serdanê bike û li ser wê bingehê dê dosyayên aborî, yên herêmê û dosyaya bîrê bibin rojeve danûstandinên her du aliyan. " 

Her wiha El Isnawî, bal kişand ser astengiyên ku li pêşiya serkeftina vê serdanê disekinin û got: “Yek ji wan astengiyan, hebûna mezintirîn rahîbên cuhiyan di nav şandeya Fransayê de ku ji 90 kesayetan pêk tê. Li gorî çavdêran, Fransa ji vê yekê dixwaze helwesta Cezayir li hember dosyaya Filistinê de fêm bike. Yan jî herî kêm dehf bide wê ku helwesta xwe ji vê dozê li gel veguhertinên li herêmê rû didin biguhere.”

El Isnawî diyar kir ku heke Fransa helwesteke nû der barê dosyaya çolistanê de nîşan nede, dê helwesta serokê Fransayê ji dosyaya Çolistana Rojava, alîgiriya hevbendiya leşkerî ya Mexrib û Îsraîlê, bi awayekî neyînî bandor li encamên serdanê bike û dibe ku bê encam bike.

LIHEVHATINA BI MEXRIBÊ RE

Têkildarî heman mijarê nivîskara ji Cezayirê Nesrîn Cafer got: “Serdan li ser vexwendnameya serokê Cezayirê li dar ket. Di radeya yekemîn de jê armanc dike nakokiyên di navbera her du welatan de ku di vê dawiyê de gûr bûne, derbas bikin.”

 Nesrîn Cafer diyar kir ku dê di serdanê de di radeya yekemîn de, pirsgirêkên girêk jê ya herî girîng dosyaya bîrê were çareserkirin.

Li gorî nivîskara cezayirî got: “Dosyaya enerjiyê yek ji mijarên herî girîng ên diyalogê ne ku di encama şerê li Ukraynayê de aloziyeke enerjiyê ya cîhanî rû da û zirar gihand Ewropayê di serî de Fransa. Ji ber wê parzemîna pîr, li jêderên alternatîf ên gaza Rûsyayê digere. Dibe ku Macron bi navê Ewropa bi giştî yan jî bi navê dewletên herî zêde zirar ji aloziya eneriyê dîtine, biaxive. Her wiha dê nîqaşên berfireh têkildarî vê dosyayê hebin.”

Nesrîn Cafer daxuyand ku Cezayir, bi depoyên xwe yên mezin ên gazê, dewleteke bi hêz e û xwe wek şirîkek pêbawer di lûtkeya nakokiyên bi Spanyayê re îsbat kir ku tevî nakokiyan pabendî lihevkirinên hinartên enerjiyê ma. Nesrîn diyar kir ku dibe ku Cezayir rolekê di kêmkirina barên aloziya enerjiyê li Ewropayê bilîze ku di encama kêmbûna gaza Rûsyayê de çêbûye.

Girêdayî derfeta ku Macron navbeynkariyê di navbera Cezayir û Mexribê de bike, nivîskara cezayirî got: “Aloziya qutkirina têkiliyan di navbera Cezayir û Mexribê de çareser nabe. Ji ber Cezayir di encama gelek sedeman de têkilî qut kirin ku Wezareta Karên Derve di daxuyaniyeke fermî de ragihandine. Jê ye herî girîng, kiryarên dijminane ji aliyê Ribat ve li djî Cezayirê ye. Ev têkilî dê tenê bi rêya rawestandina mîn van kiryarên dijminane vegerin. Heke Macron bixwaze dikare navbeynkariyê bike, ji ber ku hewldanên wî dê li gorî tê xwestin neyên qebûlkirin yan jî bi ser nakevin.”

(şx)

ANHA