Li bajarê Reqayê amadekariyên Pêşbirka Hespên Erebî tên kirin

Di çarçoveya amadekariyên Pêşbirka Hespên Erebî yên Esîl de ku wê di destpêka meha Îlonê de li bajarê Reqayê bê lidarxistin, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi piştgiriya Lîwa Ceyş El Siwar (Tûgeya Artêşa Şoreşgeran) a  girêdayî QSD'ê dest bi amadekariyên qada pêşbirkê kir.

Li bajarê Reqayê amadekariyên Pêşbirka Hespên Erebî tên kirin
28 tebax, 2022   06:54
REQA

Pêşbirka hespan yek ji werzîşên herî girîng ên bajarê Reqa û gundewarê wê ye. Ev pêşbirk mîraseke herêmê ye û ji aliyê xelkê bajar û gundewarên wê ve tê parastin.

Di çarçoveya amadekariyên Pêşbirka Hespên Erebî yên Esîl de  ku dê li qada Siwariyê ya li Reqayê were organîzekirin, cihê hespan, qada pêşbirkê bi av û kehrebeyê tên hazirkirin.

Endamê rêveber ê Lîwa Ceyş El Siwar (Tûgeya Artêşa Şoreşgeran) û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed El Erac got: "Hemwextî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, divê em kar bikin û nîşan bidin ku em ji bo fedekarî û parastina vê xaka ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan û ji bo parastina serkeftinên ku Rêveberiya Xweser bi dest xistine, amade û hazir in. Em ê karekî nû bikin, ew jî pêşbaziyê ya hespên erebî yên li herêmê ye."  

El Erac her wiha got: "Bi pêşengiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran û bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê re, em ê qada pêşbirkê amade bin ku wê xwedî taybetmendî be ."

Mihemed El Erac spasiya Meclisa Sivîl a Reqayê kir ku bi wan re bûye alîkar û hemû alavên pêwîst ji bo pêşbirkê pêşkêş kirine.

Ji aliyê xwe rêveberê Komîteya Ciwan û Werzîşê Macid El Salih jî wiha got: "Me dest bi amadekirina qada pêşbirkê, paqijkirina wê ji kevir û stiriyan, cihê temaşevanan û peydakirina av û kehrebeyê kiriye."

Macid El Salih anî ziman ku ev pêşbirk wê li ser asta  Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin û destpêka meha Îlona bê dest pê bike.

Hêjayî gotinê ye ku bajarê Siwariyê li bajarê Reqayê li ser asta Sûriyê yê mezintirîn e, di sala 1969'an de hatiye damezrandin û di sala 1991'ê de bi awayekî fermî li ser rûberek ji 440 donim erd hatiye vekirin. Şampiyoniya navneteweyî ya "Samsung" jî ku hespên ji Lubnan û Urdunê jî tê de beşdar bibûn, li vê derê hatibû organîzekirin.

(hs)

ANHA