Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Zuhêr Mihemed spart axê

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenezayê şehîd Zuhêr Ebdurehman Mihemed li Goristana Şehîdan a li navçeya Fafîn veşart.

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Zuhêr Mihemed spart axê
Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Zuhêr Mihemed spart axê
Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Zuhêr Mihemed spart axê
27 tebax, 2022   16:57
ŞEHBA

Koçberê bi navê Zuhêr Ebdurehman Mihemed (36) di 24`ê Tebaxê de di encama êrişa balafira xwkuj a dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê de bi giranî birîndar bûbû. Mihemed duh ji ber birînên xwe yên giran şehîd bû.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û cenazeyê şehîd Zuhêr Mihemed wergert.

Piştre bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ya li navçeyê Fafîn ketin rê.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hacer Miho axivî û destnîşan kir ku dagirker bi hemû rêbazan hewl dide gelên herêmê qir bike û wiha domand: “Em dizanin ku dewleta Tirk bi van êrişan, Kurdistanê bi giştî dike hedef. Armanca wê ya yekane qirkirina gelên wê ye.”

/ar/uploads/files/2022/08/27/154259_hajr-mhw.webp

Hacer Miho got kesek nikare gelê herêmê qir bike ku berxwedan ji xwe re kiriye bingeh da ku êrişên dagirkirina bişikîne û xwe biparêze.

/ar/uploads/files/2022/08/27/154244_mhmd-abdw.webp

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemd Ebdo axivî û got berxwedan rêya yekane ya sekna li hember dijminane.

Ebdo diyar kir ku heta rizgarkirina Efrînê dê li ber xwe bidin û got: “Çar sal in em ji warên xwe koçber bûne. Em ê li vir bin madem rêya yekane ya rizgarkirina bajarê me berxwedan e.”

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Leyla Heftaro wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Paşê girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê veşart.

ANHA