QSD´ê encamên 3 rojan ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin

QSD´ê encamên 3 rojên destpêkê yên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê ragihandin û diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn 27 çeteyên DAIŞ´ê girtine, gelek tunel dîtine û 33 konên ku şaneyan ji bo cihên taybet ên dewreyên şerîetê bi kar dianîn, rakirin.

QSD´ê encamên 3 rojan ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin
QSD´ê encamên 3 rojan ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin
QSD´ê encamên 3 rojan ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin
QSD´ê encamên 3 rojan ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin
QSD´ê encamên 3 rojan ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin
QSD´ê encamên 3 rojan ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin
QSD´ê encamên 3 rojan ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin
27 tebax, 2022   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji bo şopandina şaneyên DAIŞ`ê û xilaskirina niştecihên kampê ji terora çeteyan, di roja sêyemîn de didomînin. Encamên 3 rojên pêngavê bi vî rengî ne:

ROJA YEKEMÎN

Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa yekemîn bi dawî bûn û belgeyên niştecihên wê beşê hatin nûkirin.

ROJA DUYEMÎN

Di berdewamkirina lêgerînê li beşa yekemîn a kampa Holê de 4 tunelên ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji bo veşartinê bi kar dianîn, hatin dîtin û xitimandin.

Hêzên operasyonê di çarçoveya lêgerîn û şopandinê de li beşa yekemîn a kampa Holê 27 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtin.

Hêzên operasyonê di roja duyemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, tedbîrên ewlehiyê berdewam kirin û li gelek konên beşa yekemîn operasyonên lêgerîn û paqijkirinê pêk anîn.

ROJA SÊYEMÎN

Di 2 rojên dawîn de, hêzên operasyonê 33 kon rakirin ku çeteyên DAIŞ`ê ew ji bo belavkirina fikrên tundraw, her wiha wekî dadgehên şerîetê bi kar dianîn û tê de hikum û ceza li dijberên xwe û yên hevkariya bi wan re nakin, dihatin birîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25`ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandibû.  Tê payîn ku heta tunekirina şaneyên DAIŞ`ê ev pêngav dewam bike.