Çalakiya “Kanî Dadmendiya We?” di roja xwe ya 16`an de dewam dike

Çalakiya konvedanê ya “Kanî Dadmendiya We?” îro li Qamişloyê, bi serdana endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Jinan a Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir. Çalakvanan got “Zarokên me di bin bombebarana dewleta Tirk û gefên çeteyên DAIŞ`ê de ne.”

Çalakiya “Kanî Dadmendiya We?” di roja xwe ya 16`an de dewam dike
27 tebax, 2022   13:04
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya ku ji aliyê HPC-Jin ve li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan  a NY`yê ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Kanî Dadmendiya We?” a ku li dijî kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 16`an de dewam dike.

Îro şêniyên herêma Cizîrê tevî endamên Meclisa Jinan a Tenduristiyê  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana konê çalakiyê kirin.

/kr/uploads/files/2022/08/27/130741_firyal-brahm.webp

Di bin konê çalakiyê de Meclisa Jinan a Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da, daxuyanî ji aliyê endamên meclisê ve bi zimanê kurdî Gulîstan Ebdo û bi zimanê erebî jî Firyal Îbrahîm ve hat xwendin.

/kr/uploads/files/2022/08/27/130806_.webp

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şerê ku li Rojhilata Navîn bi taybet û li Kurddistanê ji aliye hêzên dagirker ve tê meşandin ji derveyî sînor û pîvanên exlaqî ne û ev tişt hate gotin: “Erdogan ku dixawaze bi rijandina xwînê temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, hemû rêbazên qirêj rewa dibîne. Bê guman ev hedef û planên wan ne nû ne, bi salane ji bo xwe bigehînin hedefê hemû rêbazên şerê qirêj li ser gelê Kurd û gelê herêmê pêk tîne.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sedsalan e Rojhilata Navîn ji bo hêzên hegemony bûye cihê qezenckirina aboriyê. Êrişa li ser gelê heremê êrişeke dîrokî, çandî û guhertina demografîk e, Koçberkirina gel û bi taybet teşwîqkirina penabertiyê li ber çavên ciwanan, her wiha belavkirina madeyên hişbir û pê re jî pûçkirina civakê ye.

Daxuyaniyê bal kişand ser hebûna çeteyên DAIŞ`ê û tê de ev tişt hate gotin: “Dixwazin li cihê şêniyên resen çeteyan bi cih bikin, amadekarî û planên demdirêj dike. Li gorî vê planê wê di nava gelan de; nakokî, pevçûn û şerên bênavber werin destpêkirin. Nakokiyên di nava gelan de, yek ji sedama xwe ji vê siyaseta bêpîvan a hezar salan digire.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate zanîn ku di van her du mehên dawiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li Kobanê, Eyn Îsa, Minbic, Amûdê û herî dawî jî Qamişlo li taxa Sînaa û gundê Şemokê yê Hesekê êriş pêk hatin. Di encama êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek de bi dehan zarok şehîd dibin, zarok di aliyê biyolojîk de jî lebatên xwe weke ling, dest û çavên xwe winda dikin û ji aliyê derûnî ve di nav tirsê de dimînin. Di daxuyaniyê de ev hate eşkerekirin: "Xeyalên zarokan hatin reşkirin. Di welatê me de cihê ku zarok bi xeyalên xwe yên zarokatî bi dilekî coş û derûniyeke aramî jiyan bikin, mixabin berovajiya wê jiyan dikin. Zarokên welatê me di bin bombabaran û êroşên dewleta Tirk û gefên DAIŞ`ê de dijîn.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em jî wek meclisa jinan, dibêjin ev êriş dibin sedema qetilkirina jin, zarok, ciwan û hêzên ewlekariyê. Her wiha êriên heyî li ser dîrok, ax û hemû deskeftiyên civakê û herêmê zirareke pir mezin û bê veger dide avakirin. Bila her saziyên girêdayî mirovahiyê bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabin û xalên ku di peymana xwe de bi navê parastina mafên mirovan bi cih kirine jî wan xalan bingeh bigirin û êrişên dewleta Tirk bidin sekinandin. Ger nikarin xalên peymana xwe pêk bînin bila li herêmên me saziyan bi navê parastina mafên mirov venekin û li ser gel sisyaseta bêpîvan nedin meşandin.”

/kr/uploads/files/2022/08/27/130655_taz-basa.webp

Piştre Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa axivî û diyar kir ku divê gel ji her demên derbasbûyî bêhtir bi baldar bin û xaka xwe bi berxwedanê biparêzin, her wiha bal kişand ser şehîdxistina fermandar û pêşengên gelan li herêmê ji aliyê dewleta Tirk a qirker û got: “Ji ber van hedefigirtinan divê em bi şervanên xwe yên parastinê dikin re bin û bi gelan re li hember sîstema desthilatdar şer bikin, da ku em bikarin li ber welatiyê xwe berevaniyê bikin.”

Taz Başa di axaftina xwe de bal kişand ser dayika ku kurê wê sîxur derket û got: “Dema ew dayik got ew kur ne kurê min e, cihê serbilindahiyê ye. Ji ber kesên dibin sîxurê gel û hêza xwe, ne zarokê me ne.”

Taz Başa wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji me tê xwestin ku em li hember dijminê xwe, xwedî sekneke mîna  sekna lehengan bin, Operasyona Sondê ya ku QSD encamê wê radighîne pîroz dikin.”

Çalakiya konvedanê dewam dike.

(dg)

ANHA