​​​​​​​Di roja sêyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de 6 DAIŞ´î hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja sêyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de 6 çeteyên ji şaneyên DAIŞ´ê li beşa yekemîn a kampa Holê girtin û xendekeke çeteyan dîtin.

​​​​​​​Di roja sêyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de 6 DAIŞ´î hatin girtin
27 tebax, 2022   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku 6 çeteyên ji şaneyên DAIŞ´ê hatine girtin û xendekek dîtin û ev tişt hate gotin:

"Di çarçoveya berdewama hêzên me ji Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" re di qonaxa duyemîn de, hêzên me di roja sêyemîn û heta vê kêliyê de 6 çete ji şaneyên DAIŞ´ê yên veşartî girtin û xendekek ku endamên şaneyên ji bo xweveşartinê bi kar dianî, dîtin.

Operasyonên lêgerînê ji bo pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li kampê, berdewam in."

(fr)