Evîn Cuma têkildarî qutkirina ava Stasyona Elok ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bang li Xaça Sor kir

Evîn Cuma diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava vexwarinê ya Stasyona Elok li ser şêniyan, sûcê şer dike û avê wek çekekê li dijî gelan bi kar tîne û bang li Xaça Sor a Navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku siyasetên xwe yên li ser avê rawestîne.

Evîn Cuma têkildarî qutkirina ava Stasyona Elok ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bang li Xaça Sor kir
27 tebax, 2022   03:27
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi her awayî şerê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, avê jî wekî çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tînin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê carek din ava Stasyona Elok bi tamamî qut kiriye û şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê bê av hiştiye.

Di 22`yê Tebaxê de jî Meclisa Kantona Hesekê jî bi daxuyaniyekê hişyarî da û diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bêdeng in.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ji ajansa me re axivî.

Evîn Cuma da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve anku ji sala 2019`an ve, pirsgirêka qutkirina ava vexwarinê ya ji Stasyona Elok tê, dewam dike û wiha got: “Zêdetirî milyonek kes bê av dimînin, ev yek jiyana mirovan li herêmê dixe nava xetereyê.”

Evîn bal kişand ser binpêkirina zagonan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û got: “Li gorî zagona parastina sivîlan di şer de ya navneteweyî, li dijî sivîlan û wek sûcekî şer tê hesibandin, dewleta Tirk avê wek çekekê li dijî gelan bi kar tîne. Bi qutkirina avê nexweşî zêde dibin, bi taybet di kampên koçberan de.”

Evîn Cuma li ser mijara kampan jî wiha axivî: “Wekî tê zanîn piraniya kampan li wê herêmê ne; Kampa Holê, Serêkaniyê û Waşûkanî. Tevî penaberan, ji bo gelek gundan jî xetere heye. Kirîna avê jî ji bo şêniyan xeter e, ji ber ku ji vexwarinê re nabe.”

Evîn bal kişand ser bendava Firatê jî, kêmbûna saetên kehrebe û avê û got: “Rêjeya kehrebeyê sînordar e, kehrebeya heyî jî beşeke mezin ji bo Stasyona Elok hatiye veqetandin. Lê tevî wê jî para li ser lihevkirin hatiye çêkirin zêdetirî nîvî tê qutkirin.”

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hevpeyman li ser dayîna 500 metrekab ji avê di çirkê de daye, lê ev heye 15 meh tenê kêmî 200 metremukeb dide. 

Evîn Cuma wiha pê de çû: “Pirsgirêka ava Firatê jî bi salan di navbera Sûriye, Iraq û Tirkiyê de ye. Li gorî peymanê pêk nayê û kêm bûye. Zêdetirî 7 milyon mirov bi ava Firatê debara xwe dikin, debara çandinî, kehrebe û stasyonê avê. Hemû jî hatine sekinandin.”

Di dawiya axaftina xwe de endama rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma bang li Xaça Sor a Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û dewletên garantor kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.

ANHA