Kurd û pergala parastina rewa

Bi zêdebûna êrişên artêşa Tirk  a dagirker re, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala parastina rewa xurt kirine. Di vê raporê de em ê mînakên ber bi çav li ser rewşa parastina rewa ya gel bi bîr bixin ku di hemû qanûn û olan de wekî mafekî bingehîn hatiye destnîşankirin.

Kurd û pergala parastina rewa
27 tebax, 2022   01:53
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Têgeha xweparastin an jî parastina rewa, parastina karînên exlaqî û siyasî yên civakê ye. Her wiha têgeha hebûn an jî nebûnê ye. Bi wateyeke din an tê xwe biparêze û bijî an jî tu yê bimirî. Ji bo tu nemirî divê tu xwe biparêzî. Li gel hemû zindiyan parastin hêmanê sereke yê mayînê ye.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de parastina rewa û girîngiya xweparastinê  destnîşan dike û dibêje, gul bi striyên xwe xwe diparêze, divê em vê bizanibin.

Rêber Ocalan her wiha dibêje: " Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ye. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tineye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna xwe weke xweparastinê şîrove bike. Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkere bi têgînên xweparastinê tê îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew element an perçik berepaş diçe, ji xwebûnê derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.

Li gel mirovan, xwarin, hilberandin û parastin bingehên sereke ne ku hebûna xwe biparêzin.

Li gel guhertin û veguhertinên ku li cîhanê rû didin, her wiha li gel şer û êrişan, parastin an jî xweparastin tê çi wateyê? Mirov zindiyek xwedî aqil e ku difikire û diaxive, hêza mirov ya pêşxistina zihnî heye. Bi pêşketina mirovahiyê re mirov karî hêza xwe ya fikirî û fîzîkî bi kar bîne û alavên xweparastinê ji xeteriyan pêş bixîne.

Heger mirov li erdîngariya Rojhilata Navîn binêre, wê bibîne ku di her kêliyekê de guhertin çêdibin. Mirov û lawir tên qetilkirin,  xweza û her tişt bi domdarî tên qirkirin. Ji wê zêdetir  pergala global an jî sîstemên desthilatdar ji bo parastina desthilatdariya xwe, mafên gelan nas nakin. Lê belê alava şer û tirs her tim ji aliyê hêzên kapîtalîst ve serwer in.

Di serdema me ya heyî de, gelek caran parasatin ne tenê bi rakirina çek e tê kirin, lê belê bi rêya pênûs, mejî û fikirî jî parastin tê kirin. Li vir em dikarin behsa şoreşa Mahatma Gandî bikin, ku mînaka herî mezin a wê yekê ye, dema ku Hindistanê ji bindestiya Îngilîstanê ya ku Hindistan du sedsalan dagir kiribû, bi hêza zanist û siyasetê xwe rizgar bike. Ne tenê rakirina çek rêbazê parastinê ye, lê belê divê mekanîzmeyeke yekgirtî hebe. Gelek mînakên din di dema me heyî de hene mirovî dikar parve bike. Civak çawa dikare sîstema parastina welat ji malbataê bigire, heta tax, gund, bajar û herêm xurt bike?

MAFÊ PARASTINA REWA DI QANÛN Û OLAN DE HEYE

Parastina rewa an jî ya qanûnî, di beşê pênase û pêşketina dîrokî ya qanûna navneteweyî de wiha tê şîrovekirin; fikireke ku tevahî pergalên qanûn û hemû bawerî wekî mafekî xwezayî tê naskirin. Li gel Romanan sûc dihatin îmhakirin da ku tu bandoreke cezayî û medenî nebe û sûcdar ji cezayan li Ewropaya Navîn dihat dûrxistin. Li gorî qanûna cezayê ya şoreşa Fransayê ya 1791'an, di doza parastina rewa de qet sûc tune ye û ji ber vê yekê tu tazmînata medenî nayê hukmkirin. Di Qurban û hedîsên Pêxember Mihemed de jî banga parastina rewa tê kirin.

Peymana Neteweyên Yekbûyî jî mafê parastina rewa qebûl kiriye. Madeya 51' ê wiha dibêje: ''

Di dema êrişên çekdarî li ser endameke Neteweyeke Yekbûyî de, ev mîsaq mafên  xwezayî  yê parastinê yên dewletan heger ferdî be an jî kom be lawaz û kêm nake. Li ser vê yekê Konseya Ewlekariyê ji bo parastina aştî û ewlehiya navneteweyî tedbîrn pêwîst digre. Heger tedbîreke ku endamên Neteweyên Yekbûyî ji bo bikaranîna mafên xweparastinê digire, divê tavilê Konseya Ewlekariyê agahdar bike. ''

Tevî ku ev mîsaq şertên qanûnî destnîşan dike ku divê bi baldarî bêne şopandin û pêkanîn, da ku mafê parastina rewa nebe hincet ku dewlet pê ve girêdayî ye ku kiryarên destdirêjiyê yên ku dikin veşêre, lê di pîvanên xwe de durûtiyê dike an jî wekî ku şîrkê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a ku endameke NY'yê yên  li ser gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Li gorî protokola pêkeva yekemîn a Peymana Cinêvê ya ku 10'ê Hezîranê 1977'an hatiye derxistin û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi biryara 2649/d-25 ya 1970 hatiye erêkirin, têkoşîna çekdarî gelên di bin serweriya mêtîngerî û biyaniyan de, rewa ya. Di heman demê de biryara diyarkirina mafê çarenûsa xwe  û vegerandina vî mafî  bi çi rêbazî be dide  gelan, lê Neteweyên Yekbûyî li hemberî binpêkirin û sûcên ku li dijî gelê Kurd tê kirin bêdeng, ji wê zêdetir hin endamên NY'yê têkoşîna Kurdan bi kiryarekî terorîst wesif dikin.

Gelê Kurd ku xaka wî ji dema Peymana Sayks Picot ve di navbera çar dewletan de hatiye dabeşkirin (Iraq, Tirkiyê, Sûriyê û Îranê), rast her cure zilm û çewisandinê tê. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker li her derê êrişî Kurdan dike û hebûn, ziman û nasnameya gelê Kurd înkar  dike. Li hemberî vê yekê gelê Kurd di salên 80'î yên sedsala borî ve, li Tirkiyê bi serkêşiya PKK'ê asta têkoşînê bilind kiriye. Ev têkoşîn heta roja me ya îro dewam dike.

Di dîroka gelê Kurd de gelek mînakên berxwedanê  hene ku mirov nikare înkar bike.

Di sala 1848'an de li Fransa û Almanyayê gel li hemberî desthilatdariyê yên serdest ên ku bi netewdelet ve girêdayî ne rabû. Li Komuna Parîsê ya li paytexta Fransa berxwedêran nirxên mirovî parastin.

BERXWEDANA YPS'Ê

Li Bakurê Kurdistanê, berxwedana Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bû sembolek. YPS'ê di 24'ê Kanûna 2014'an de wekî pêwîstiyekê ji bo parasitna vîna gel a xwe rêvebirinê ji êrişan hat ragihandin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê wekî Şirnex, Sûr, Gever, Nisêbîn, Farqîn û Silopî berxwedana xweparastinê dest pê kir. Li hemberî vê jî dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin. Komeke ji 50-60 endamên YPS'ê Cizîr, Sûr û Silopî ji êrişên dewleta Tirk parastin. Berxwedana Sûrî ya bi serkêşiya şehîd Çiyager 105 rojan dewam kir. Rihê vê berxwedanê li Cizîr bi serkêşiya fermandar Arjîn û Rûken derket. Li Silopî jî berxwedana Êriş, Sêvê, Pakîze û Fatimê heta dilopa dawî li hemberî faşîzma dewleta Tirk dewam kir.

Koka têkoşîna PKK'ê bi rêya felsfeya rêber Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, felsfeya rêber Ocalan û mafê parastina rewa esas girtin.

15'ê Îlona 2014'an, çeteyên DAIŞ'ê êrişî bajarê Kobanê kirin. Piştî berxwedana dijwar ku 134 rojan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hate raberkirin, di 26'ê Çileya 2015'an serkeftina mezi a rizgarkirina Kobanê hate ragihandin û hêviya têkbirina terorê li tevahî cîhanê hat avakirin. Ji vir ve pêngavên li dijî  çeteyên DAIŞ'ê dest pê kirin.

Dema ku DAIŞ'ê êrişî Kobanê kir û piraniya bajar dagir kir, wê demê Erdogan ku serokwezîrê dewleta Tirk bû Tirkiyê, di her boneyan de propagendaya DAIŞ'ê dikir û digot: "Kobanê wê bikeve, Kobanê ket".

Bi dijwarbûna êrişên li ser bajarê Kobanê û pêşketina DAIŞ'ê re, Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murad Karayilan digot, Kobanê nakeve û gotina wî pêk hat.

Bi mehan Kobanê di dorpêça çeteyên DAIŞ'ê de mane, lê şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî êrişan xwe kirin mertal û hemû êriş têk birin.

BERXWEDANA SERZÛRÎ

Di her şerekî de destanên berxwedaniyê hene. 12 şervan bi serkêşiya Rodî Efrîn û Peyman Tohildan biryar dan û di Dibistana Serzûrî ya Kobanê de destanên qehremaniyê nivisandin. Şervanan biryar da ku berdêl bedena wan be jê wê nehêlin çeteyên DAIŞ'ê derbas bibin.

Roja 15'ê Îlonê saet 03:00'an ê berbanga sibehê, çeteyên DAIŞ'ê gihiştin gundê Serzûrî, balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser sînor digeriyan da ku tevgera şervanan a li gund kontrol bikin. Wê demê  çavê her kesî li eniya rojhilat bû ku dibe xeta şer biguherîne.

Dema ku şervan derbasî dibistanê bûn, zêdetirî 200 DAIŞ'î, bi 3 tankan dibistan dorpêç kir û derbasî hewşa dibisanê bûn. Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran dibistan topbaran kir, paşê bombeyên destan jî bi kar dianîn da ku rêya wan bigirin. Şervanên li Serzûrî mînakeke berxwedanê li dijî DAIŞ'ê nîşan da û DAIŞ ji dibistanê derxist.

Ev berxwedan li Kobanê sînordar nema, lê bi zêdebûna planên dagirkirinê yên dewleta Tirk û rizgarkirina gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê re, artêşa Tirk a dagirker di 20'ê Çileya 2018'an de êrişî kantona Efrînê kir, tevî dijwariya êrişan, lê şêniyên Efrînê û şervanên YPJ û YPG'ê di nava 58 rojan de berxweadneke lehengane li hemberî duyemîn mezintir hêza di NATO'yê de raber kir. Li ser vê yekê navê "Berxwedana Serdemê" lê hat kirin. Di Cotmeha 2019'an de li Serêkaniyê û Girê Spî jî berxwedaneke bi vê rengî li hemberî heman dagirkeran hat nîşandan.

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di 6'ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand da ku şênî di hemû aliyan de, parsatin, tenduristî û lojîstîk amadekariyên parastina xaka xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin.

Ji 10 salan ve şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna parastina mafê rewa dimeşîne. Lê ev yek li xweşiya dewleta Tirk a şovenîst nehat, ji ber vê yekê em dibînin ku bi hemû rêbazan, bi rêya wekîlên xwe û êrişên xwe yên rasterast, dagirkirna beşên ji xaka Sûriyê, şerê gel dike. Ev şer di nava bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, hêzên cîhanî û hikumeta Şamê de tê kirin. Dewleta Tirk bi rêya lihevkirin û bazarên bi destwerdêrên hewl dide statûya Rêveberiya Xweser a li herêmê tune bike.

ANHA