Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi tevlêbûna 150 endamên Asayîşa Jinan didome

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ji bo lêgerîna li şaneyên DAIŞ´ê ku xwe li kampa Holê veşartine, li beşa yekemîn a penaberên iraqî bi wergirtina sicîlan didome. Der barê operasyonê de Helat Mihemed diyar kir ku 150 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin jî tev li operasyonê bûne. 

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi tevlêbûna 150 endamên Asayîşa Jinan didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi tevlêbûna 150 endamên Asayîşa Jinan didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi tevlêbûna 150 endamên Asayîşa Jinan didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi tevlêbûna 150 endamên Asayîşa Jinan didome
26 tebax, 2022   11:06
HESEKÊ

Operasyona li kampa Holê bi baldariyeke mezin berdewam dike. Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ’ê operasyona li Holê bi baldariyeke mezin heya van saetan li beşa yekemîn a penaberên Iraqî didome. 

Îro di saetên sibehê de di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, 4 tunelên şaneyên çeteyên DAIŞ´ê li beşa yekemîn a kampa Holê hatin dîtin. Bi taybet şaneyên veşartî piştî ku bûyerên kuştinê dikirin, xwe di van tunelan de vedişartin.

Li gorî hêzên ewlekariyê hîn gelek xendek di nava kampê de hene. Hêzên ewlekariyê hewl didin wan xendekan bê bandor bikin û çek-amûrên ku di bûyerên kuştinê de hatine bikaranîn, bibînin. 

Di destpêkê de lêgerîna li konan tê kirin, bi taybet jî cîhazên dîtina mayinan tên bikaranîn. Paşê penaber ber bi 2 konên wergirtina sicîlên penaberan ve tên şadin. Ji bo penaberên jin û mêr 2 konên cuda hatine diyarkirin. Ev xebat jî di roja duyemîn ya operasyonê de didome. Duh jî sicîlên 344 penaberan hat wergirtin.

Armanc ji wergirtina sicîlan, nûkirina belgeyên niştecihên kampê, diyarkirina hejmar û nasnameya niştecihan e ku xebatên birêxistinkirina kampê di pêşerojê de hêsantir bibin. Ev xebat dê heta bidawîbûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê berdewam bike.

150 ENDAMÊN ASAYÎŞA JINAN TEV LÊ BÛNE

Der barê geşêdanên di nava rojê de ji Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Helat Mihemed axivî û bal kişand ser pêwîstiya lidarxistina vê operasyonê û got: “Piştî ku bûyerên kuştina jinan li kampê zêde bûne, me pewîstî bi vê operasyonê dît. Ev kuştin çawa tên kirin, me xwest şênber bikin. Ev kamp jixwe wekî bombeyekê ye ku wê kengî biteqe ne diyar e. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker gef li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar ev bûyerên kuştina jinan zêde bûye. Dixwazin li vê kampê jî tevliheviyê derxin. Bi taybet jinên ku li dijî şaneyên veşartî derdikevin yekser dibin hedef. Nêzî 150 hevalên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vê operasyonê de cih digirin. Destpêkê ev penaber û malbatên çeteyan ji lêgerînê de derbas dikin. Paşê jî em wan derbasî wergirtina sicîlan dikin.

`EM Ê WAN DÎSA TÊK BIBIN`

Helat Mihemed, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên li kampê piştî êrişên zindana Sînaa tevgera xwe zêde kiriye û got: “Bi taybet piştî êrişên zindana Sînaa çeteyên li Holê jî ketin tevgerê ku tevlihevî li kampê de çêkin. Ji bo ku bibêjin va ye em hîn hene. Dema li Xiwêranê êriş pêk hatin, qaşo yên li wir ji wan hêz girtin. Çeteyên DAIŞ`ê dixwazin hemû şaneyên xwe di vê demê de bixe nava tevgerê. Lê em ê li dijî wan heya nuqteyek xwîn di canê me de hebe li ber xwe bidin û wan dîsa têk bibin.”

ANHA