Ji ber ambargoya hikumeta Şamê li Nexweşxaneya Avrîn derman nemane

Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrîn Dr. Azad Reşo diyar kir ku ji ber hikumeta Şamê ambargo li ser Şehbayê ferz kiriye, derman li nexweşxaneyê tune ne û nikarin birîndarên komkujiya Til Rifetê derman bikin.

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê li Nexweşxaneya Avrîn derman nemane
26 tebax, 2022   10:04
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker 24`ê Tebaxê bi balafirên bêmirov êrişî navçeya Til Rifetê kir, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 6 kesên din birîndar bûn. Ji birîndaran Zuhêr Ebdulrehman Mihemed jî îro şehîd bû.

Birîndar veguhastin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê, lê ji ber ku hikumeta Şamê ambargo li ser kantonê ferz kiriye, derman peyda nabin.

Têkildarî rewşa birîndaran endamê rêveber ê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Azad Reşo got: "Di komkujiyê de 3 welatî şehîd bûn û 6 kesên din birîndar bûn. Organên hin birîndaran têk çûn û hîn jî di bin kontrolê de ne."

Reşo da zanîn ku ji ber ku ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, zehmetiya peydakirina dermanan dikişînin û wiha dewam kir: "Birîndar li nexweşxaneya Til Rifetê dihatin dermankirin, lê ji ber ku derfet kêm bûn, ew rakirin Nexweşxaneya Avrîn û li vir jî zehmetî hene."

Azad Reşo bang li rêxistinên mirovî, navneteweyî û WHO’yê kir ku li hember birîndaran bi erka xwe ya exlaqî rabin.

Birîndar Menan Reşîd jî wiha got: "Em li pêş dikana xwe ya di kolana serdekê de rûniştibûn, di dema teqînê de, min tenê parçeyên welatiyan dîtin û ez jî birîndar bûm."

Reşîd wiha domand: "Dagirkeriya Tirk em ji Efrînê bi darê zorê koçber kirin û hewl dide tirsê bixe nava me, da ku me ji Til Rifet jî koçber bike. Lê em ê heta rizgarkirina herêmên xwe, li ber xwe bidin."

Artêşa Tirk a dagirker di navbera 2019 û 2021`an de li dijî koçberên Efrînê ku piraniya wan zarok bûn, 2 komkujî pêk anîn. Di encamê de 13 welatî şehîd bûn ku ji wan 10 zarok bûn.

(eh)

ANHA