Kesên tev li çalakiya konvedanê bûne: Em ê herêmên xwe biparêzin

Kesên tev li çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê bûne, îşaret bi berdewamkirina têkoşînê û parastina herêmê kir. Her wiha da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi awayekî sîstematîk binesaziyê wêran dike û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derdixe.

Kesên tev li çalakiya konvedanê bûne: Em ê herêmên xwe biparêzin
26 tebax, 2022   11:17
QAMIŞLO

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Parastina Civakî bi hevkariya Kongra Star 12`ê Tebaxê li pêşiya Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê kon vegirtin.

Îro jî endamên Tevgera Kooperatîfên Herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn.

Endamê rêveber ê Yekitiya Kooperatîfên Kantona Hesekê Welîd Hisên daxuyanî xwend û berxwedana QSD`ê û YPJ`ê silav kir û şehîd bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst tola rêxistina DAIŞ radike, lewma bi balafirên bêmirov welatiyan dike armanc. Her wiha li pêşberî hemû hikumetên cîhanê binesaziyê wêran dike û fitneyan di navbera pêkhateyan de derdixe.

Di berdewama daxuyaniyê de li dijî sîstemên dijbertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin soza berdewamkirina berxwedan û têkoşînê hate dayîn. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Bi navê Nivîsgeha Jinan a Tevgera Kooperatîfên Herêma Cizîrê jî endama tevgerê Kînda Şêxmûs daxuyanî bi zimanê kurdî xwend. Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û berxwedana şervanên azadiyê hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û li pêşberî çavên cîhanê jin û zarokan qetil dike. Li ser vê yekê bêdengiya civata navneteweyî hate şermezarkirin û soza berxwedanê hate dayîn.

 (eh)

ANHA