Hêzên Ewlekariya Hundirîn di Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de 4 xendek dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja duyemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de 4 xedekên (tonel) şaneyên çeteyên DAIŞ´ê li beşa yekemîn a kampa Holê dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de 4 xendek dîtin
26 tebax, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên wan di dema lêgerîna li beşa yekemîn a kampa Holê de 4 xendekên ku şaneyên çeteyên DAIŞ´ê ji bo xweveşartinê dîtine. Hêzên Ewlekariya Hundirîn niha wan xendekan dixetimîne.

(fr)