Kesekî din ku di êrişa li ser Til Rifetê de birîndar bûbû, şehîd bû

Zuhêr Ebdulrehman Mihemed ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser Til Rifetê de birîndar bûbû, şehîd bû. Di êrişê de 3 kesên din jî şehîd bûbûn.

Kesekî din ku di êrişa li ser Til Rifetê de birîndar bûbû, şehîd bû
26 tebax, 2022   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24’ê Tebaxê de artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov êrişî navenda navçeya Til Rifetê kiribû û di encamê de 3 kes şehîd bûbûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.

Ji birîndaran rewşa Zuhêr Ebdulrehman Mihemed giran bû û îro şehîd bû.

Bi şehadeta Zuhêr Ebdulrehman Mihemed re hejmara şehîdên wê êrişê gihaşt 4’an.