Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiye girantir dibe

2 sal di ser dorpêça hikumeta Şamê a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û kantona Şehbayê re derbas bûn. Hemwextî nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de, dorpêç girantir dibe û rê li pêşiya zêdetirî 200 hezar kesên ku li her du taxan dimînin, tên girtin.

Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiye girantir dibe
26 tebax, 2022   06:33
HELEB-XEYS ŞEMSÛDÎN

Firqeya Çaran a hikumeta Şamê dorpêça li ser her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê girantir kir. Hemû rêyên ku digihêjin her du taxan girtin. Her wiha nahêlin sotemenî, ard, madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

Li gorî cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mirî El Şiblî, ev tedbîr ne nû ne, lê belê her sal di vî wextî de, tên girtin û bi berdewamkirina siyaseta birçîkirinê ji aliyê hikumeta Şamê ve bi nav kir.

Li gorî şopandina nûçegihanên me, dorpêç di destpêka Tebaxê girantir bû. bandorên wê yên yekser di 20`ê Tebaxê de xuya bûn. Piştî ku kehrebe bi temamî li her du taxan qut bû, ji ber ku mazot derbasî taxan nebû da ku jeneratorên li taxê bixebitin.

Bi girankirina dorpêçê re, nirxê lîteyê mazotê gihaşt 6 hezaran. Bazirgan jî destnîşan dikin ku heke girtina rêyan berdewam bike, dê nirxê wê bigihêje 8 hezaran.

SIYASETA BIRÇÎKIRINÊ DIMEŞÎNE

Di daneya herî dawîn de ya Komîteya Xêrxwaziyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya sala 2021`an, hejmara malbatên kurd, ereb, suryan, tirkmen û êzidî yên li taxê dimînin ghaşt 32 hezar malbatan.

Hejmara şêniyan jî, gihaşt 216 hezar û 420 kesan. Di nav de, 35 hezar û 798 mêr kar dike û 37 hezar û 840 jin kar dike. Her wiha 143 hezar û 144 jin û mêr hene (yên ne zewicî û zarok)

Li rex av û nan û gazê, kehrebe madeyên bingehîn in ku jiyanê hêsantir dikin. Lê siyasetên birçîkiirnê yên hikumeta Şamê yên li ser her du taxa, pîvanên exalqî binpê kirin û gihaşt şerê debarê.

Ji ber qutkirina kehrebeyê ji 3 rojan ve 500 kargehên taybet ên çêkirina cil û bergan rawestiyan ku tê de bi hezaran karker kar dikin da ku debara xwe ya rojane peyda bikin. Ev yek dihêle ku rêjeya xizanî û bêkariyê li her du taxan zêde bibe ku piraniya niştecihên wan koçberên Efrînê ne.

Li gorî daxuyaniyên hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, doprêça li ser her du taxan ne nû ne lê belê ji 20`ê Tebaxa 2020`an e.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî Mirî El Şiblî têkildarî dorpêçê ji ajansa me re axivî û got: “Şêniyên her du taxan û kantona Şehba, ji ber dorpêçeke tengav ji aliyê hikumeta Şamê ve, zehmetiyan dikişînin. Şênî li hember vê dorpêça dubarekirî nikarin madeyên bingehîn peyda bikin yan jî depo bikin.”

El Şiblî wiha domand: “Her sal di destpêka payîzê de, dema şênî amadekariyên zivistanê dikin, bendên Firqeya 4`an a hikumeta Şamê, dorpêça li ser taxan girantir dikin. Ev girtek hovane ne.”

‘NÊZÎKBÛNA DI NAVBERA ENQERE Û ŞAMÊ DE SEDEMEKE GIRANKIRINA DORPÊÇÊ YE’

El Şiblî destnîşan kir ku welatî ji ber van siyasetan êş û azaran dikişînin û wiha pê de çû: “Welatî bi birçîbûn û sermayê re dê çi bike. Çima NY heta niha helwest li hember van girtekan nîşan neda. Bêdengiya wê îsbat dike ku pê re hevkar e.”

Her wiha El-Şiblî dorpêça li ser her du taxan bi daxuyaniyên Tirkiyê ve girê da ku behsa hebûna nêzîkbûnekê di navbera wê û hikumeta Şamê de û got: “Xuyaye projeya rêveberiya sivîl a li taxan tê meşandin û bi rêya wê em xwe dispêrin xwe, ne li kêfa rejîma Tirk û hikumeta Şamê ye. JI ber demokratiya em bang dikinê, deng veda û êdî gihaştiye derveyî sînorên her du taxan.”

DOZA ŞIKANDINA VÎNA GEL E

El Şiblî diyar kir ku girêdana bi rêgezan yek ji taybetmendiyên gelê berxwedêr ê li taxa Şêxmeqsûd e û got: “Baweriya bi rêveberiya siyasî û sivîl dê gel bigihîne rêya ewle. Dorpêç dê bandorê li baweriya wan neke. Piçek ard û mazot bandorê li me nake ku em dev ji rêya şehîdan berdin. Doz ne doza madeyan e, lê belê doza şikandina vîna gel e ku îsbat kir layîqî jiyanê ye û dewa azadiya xwe dike.”

Di dawiyê de El Şiblî ji ber berdewamkirina dorpêçê hişyar da û da zanîn ku ev dorpêç ger dirêj bike dê bandor li nexweşxaneya yekane ya li taxê bike, dê firin rawestin.

Welatiyê bi navê Casim Hac Beha yê ji pêhateya ereb û şêniyek ji taxa Şêxmeqsûd e bang kir ku dorpêç bi dawî bibe, madeyên bingehîn bi taybet sotemenî derbasî taxê bibe ji ber zivistan nêz e û ev yek dê li ser zarokan û kesên temenmezin xeter be.

DIVÊ PIŞTGIRIYA WELATIYAN BÊ KIRIN LI ŞÛNA DORPÊÇÊ

Şêniyê bi navê Corc Liyon ê xiristiyan jî got: “Divê aliyên têkildarî, kar bikin ji bo ev rê werin vekirin, madeyên bingehîn, bi taybet sotemenî bikeve taxan, nexasim zivistan nêz e.”

Di dawiyê de Liyon destnîşan kir ku li gel şert û mercên heyî li şûna qutkirina rêyan û dorpêçê divê piştgriya gel bê kirin.

(şx)

ANHA