Dr. Semîra Mubeyid: Armanca lihevhatina Enqere bi Şamê re rejîm derbasî bakurê Sûriyê bibe

Daxuyaniyên siyasetmedarên Tirk ên têkildarî lihevhatina bi hikumeta Şamê re derewên dewleta Tirk bi "Opozîsyonê" re eşkere dikin. Endama berê ya komîteya destûrî Dr. Semîra Mubeyid diyar kir ku divê gelê Sûriyê bi xwe siberoja dewletê xwe ava bike û xwe nespêre tu kesî.

Dr. Semîra Mubeyid: Armanca lihevhatina Enqere bi Şamê re rejîm derbasî bakurê Sûriyê bibe
26 tebax, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN CÛDÎ ÎSMAÎL

Daxuyaniyên Tirkiyê yên têkildarî lihevhatina bi hikumeta Şamê re rastî nerazîbûneke tundî ji aliyê "Opozîysonê" û çeteyên Tirkiyê ve hat ku xeylan dikirin ku dê Enqere destekdayîna bi wan re dewam bike û wekî hevlbendek sereke ji bo xwe dibînin. Ev daxuyanî asta derewên dewleta Tirk û çawa ku "opozîsyon" ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Sûriyê, bi kar tîne, îsbat dike.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çawîşoglûroja Pêncşemê 11'ê Tebaxê ragihand ku danûstandin bi hempêşeyê xwe yê rejîma Sûriyê Feysel Miqdad re pêk anîne û rêbazên lihevhatina "Opozîsyon" û hikumeta Şamê nîqaş kirin û got: "Divê em rêyekê peyda bikin ku rejîma Sûriyê û opozîsyon li hev bînin."

Li hemberî van daxuyaniyan, li herêmên Sûriyê yên dagirkirî wekî, Ezaz, Cerablus, Mari, Bab, Soran, Serêkaniyê, Girê Spî û Idlibê xwepêşandan hatin lidarxistin û diruşmeyên "hilweşe Tirkiyê, hilweşe rejîm" hatin berzkirin.

Li Ezazê, xwepêşandêran avêtin ser "Mûdîriyeta ewlehiyê'' ya girêdayî çeteyan. Her wiha girtin ser avahiya "Meclisa Xwecehî"  û alên Tirkiyê rakirin û şewitandin. Bangên rakirina ala Tirkiyê li tevahî herêmên di bin dagirkeriya çeteya de hatin kirin. Her wiha xwepêşanderan derbasbûna karwanê artêşa Tirk li ser rêya Efrîn-Ezaz asteng kir.

Çavdêr dibêjin "Guhertina helwesta Tirk a li hemberî hikumeta Şamê, derbeyeke ji aliyê serokê dewleta Tirk ve ye ku ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dikare tawîzan li ser her tiştî bide. Her wiha amade ye her dozekê ji bo pêkanîna armancên xwe bifroşe û sûdê ji lawazbûn û parçebûna opozîsyonê digire da ku destwerdanê lê bike, ev destwerdan gihişt astekê ku opozîsyonê bi tevahî girêdayî siyaseta Tirkiyê ye." Hinek dinpirs dikin ku gelo wê Erdogan, çete û "opozîsyonê" bike qurbanên lihevhatina bi hikumeta Şamê re?

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker dema vegera xwe ji Soçiyê, ji rojnamevanan re axivî û eşkere kir ku hempêşeyê wî yê Rûsyayê Vladîmêr Pûtîn di civîna Soçiyê ya 5'ê Tebaxê de, çareserkirina aloziya Sûriyê bi hevkariya bi hikumeta Şamê re pêşkêş kir. Gelek rojnamevanan ev daxuyanî wekî "suprîs" wesif dikin, nemaze ku piştî bi salan ji qutbûn û dijbertiya di navbera herdu dewletan de, hatin dayîn.

Endama Komîteya Destûrî, akademîsyen Dr. Semîra Mubeyid ji ANHA'yê re axivî û anî ziman ku ev daxuyanî ne guhertineke siyasî di helwesta Tirkiyê  deye û got: "Bawer nakin ku guhertineke siyasî di helwewta Enqereyê de çêbûye, lê belê ev danhevên siyasetên nixumanbî bûn ku di deh salên borî de serdest bûne û şoreşa Sûriyê û bangên sûriyan ji xetê derxistin eşkere dikin. Yanî lihevkirinên berî yên di navbera rejîma Esed û hikumeta Tirkiyê de ye, her wiha hewldana xistina muxalefeta ku li gorî biryarên dewleteke din tevdigere, di nava pergala desthilatdariyê ya kevin de eşkere dike."

Dr. Semîra Mubeyid anî ziman ku armanca dawî ya lihevhatina bi hikumeta Şam ew e ku rejîma Şamê derbasî bakurê Sûriyê bike û got: ''Derdora ji sedî, 10 xaka Sûriyê di bin serweriya komên çekdar yên ku raste rast girêdayî Tirkiyê ne de ye û ji sedî 30 herêmên Rêveberiya Xweser in ku Enqere hewl dide mecalê ji rejîma Esede re veke da ku derbasî wê bibe."

RAGIHANDINA TIRK PROPANGDA DIKE Û HIKUMETA ŞAMÊ BÊDENG E

Lihevhatina her du aliyan rojeva sereke ya medyaya Tirkiyê ye, lê hikumeta Şamê tevî ku du hefte di ser daxuyaniyên wezîrê karê derve yê Tirkiyê re derbas bûne, lê li ser mijarê bêdeng e.

Têkildarî helwesta hikumeta Şamê ku heta niha li ser mijarê bêdeng e, Semîra Mubeyid ev tişt got: "Rejîma Esed demeke dirêj e ku îdiayên dijminatiya dewleta Tirk bi kar tîne û gotinên xwe yên li dijî wê zêde dike, ji ber vê yekê ji bo wê zehmet e ku siyasetên hevpar ên rejîma Tirk eşkere bike, ji ber ku ev yek hevkariya wê ya di hemû sûc ku rêxistinên terorîst li dijî gelê Sûriyê pêk tînin, eşkere dike. Hikumeta Tirkiyê di hewldanên xwe yên lihevhatina bi rejîmê re tiştekî ji dest nade, berevajî vê yekê wê ji bo propagandaya hilbijartinan li ber çavan gelê xwe bi kar tîne. Lê ne dûr e ku hikumeta Esed dev ji herêmên nû yên Sûriyê berde, mîna berê dikare lihevkirinên ku dest ji mafên Sûriyê û xaka wê berdane, îmze bike. Daxuyaniyên Esed  ku hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê wekî dagirkerî dibîne, derew in. Rejîma Esed sûrî firot DAIŞ, El Nusra û yên mîna wan û dê deverên din ên Sûriyê bifroşe da ku hebûna xwe li ser desthilatdariyê misoger bike."

LI SER HESABÊ SÛRIYAN, DESTHILATDARIYÊ PARVE DIKIN

Di sala 2011'an de dewleta Tirk a dagirker destwerdana aloziya Sûriyê kir, desteka leşkerî û siyasî da "opozîsyonê". Êdî Tirkiyê bû navenda hebûna siyasî ya opozîsyonê "Îtîlafa Nîştimanî ya Opozîsyonê" û wan wekî amûra dagirkirina xaka Sûriyê û pêkanîna armancên wê bi kar tîne.

Li ser vê mijarê, Dr. Semîra Bubeyid wiha axivî: "Ev îdiayên serxete yên piştevaniya tevgera sûriyan ji aliyê Tirkiyê ve nîşan dide. Eşkerekirina vê derewê dê bandoreke erênî ji bo xilaskirina sûriyan ji vê rewşa derewê bike. Li hemberî vê yekê divê sûrî azadî û pêşeroja dewleta xwe bi xwe ava bikin û xwe nespêrin aliyên ku azarên wan bi kar tînin."

Têkildarî senaryoyên muhtelem a çarenûsa "Opozîsyonê" û çeteyên Tirkiyê yên ku destekê ji Enqereyê digirin, heger lihevkirina bi hikumeta Şamê re pêk were Semîra Mubeyid got: "Senaroyaya heyî ya ku Tirkiyê û Esed armanc dikin ew e ku opozîsyonê tengav bikin û desthilatê li ser hesabê xwîna sûriyan parve bikin. Ev senaryo karesatî ye ku daxwazên rewa yê gelê Sûriyê defin dikin."

'BÊBANDORKIRINA OPOZÎSYONÊ PÊWÎSTIYEK E'

Endama berê ya komîteya destûrî ya Sûriyê, akademîseyn Dr. Semîra Mubeyid destnîşan kir ku divê "Opozîsyon" ji doza gelê Sûriyê were dûrxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesayetên opozîsyonê wê helwesta xwe neguherin, ji ber ku ji pêkanîna vê senaryoya karesatî hatine çêkrin. Divê ev alî bi hemû komên xwe ji doza gelê Sûriyê were dûrxistin û rewşa dirust vegere da ku guhertineke bi destê sûriyan û bi biryareke azad a serbixwe pêk were."

ANHA