Bi merasimeke bi heybet şêniyên herêma Efrînê şehîdên êrişa Til Rifetê oxir kirin

Bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê bi merasimeke bi heybet û li ser dengê daholê û zurneyê, şehîdên êrişa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li dijî  sûka navçeya Til Rifetê li goristana şehîdan a navçeya Fafînê oxir kirin.

25 tebax, 2022   17:47
ŞEHBA

Bi deh hezaran şênî li pêş Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyên her sê welatiyên ku 24`ê Tebaxê di êrişa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li ser sûka navçeya Til Rifetê de şehîd bûbûn, wergirtin.

Bi hatina malbatên şehîdan re, cenazeyê şehîd Hemze Birîm bi daholê û zurneyê hat pêşwazîkirin, cilên wî yên zavatiyê li ser cenazeyî wî hatin danîn û destê bûka wî hat henekirin. Dihat payîn ku duh daweta Hemze bûya, lê belê di encama êrişa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de Hemze Birîm, Reşîd Elîko û Fatima Mamo şehîd bûn û 6 welatiyên din birîndar bûn.

Piştre hevrê û malbatên şehîdan cenazeyên wan hilgirtin ser milan û bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi şeîdan re û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, berz kirin.

Girseya gel ji Nexweşxaneya Avrîn ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ve bi rê ketin û dengê daholê û zurneyê bi ser kolanên navçeyê ket.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li kolanên Fafînê li benda cenazeyên şehîdan bû. Giseya qerebalix bi bilidinkirina nîşaneya serkeftinê şehîdên xwe pêşwazî kirin.

Li goristana şehîdan, merasimê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Henan Mamo axivî. Mamo behsa kiryar û durûtiya dewletên garantor ên li Sûriyê kir û wiha got: “Dewletên garantor îdiaya parastina van herêman dikin, lê belê tiştê li ser erdê diyar dibe durûtiya van dewletan û siyaseta wan a dualî li Sûriyê ye. Ew dewlet li hember destdirêjiyên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng in. Di encama van êrişan de gelek sivîl şehîd dibin û komkujî pêk tên. Lê ev dewleta rola ji wan tê xwestin pêk naynin.”

Mamo tekez kir ku koçberên Efrînê dê li hember dijminan di pozîsyona berxwedanê de ne û wiha domadn: “Divê dijmin baş zanibe ku vî gelî soza berdewamkirina berxwedanê daye û dê ji siyasetên dagirkeriyê yên dijmin netirse.”

/ar/uploads/files/2022/08/25/164147_kla-mhmd.webp

Endama rêveber a Kongra Star a kantona Efrînê Gulê Mihemed jî destnîşan kir ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina navneteweyî komplo tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ne cara yekê ye ku gelê Kurd rastî êrişan tê, ne cara yekê ye ku komplo li dijî gelê Kurd tên sazkirin. Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ji bo qirkirina fikirî, çandî û fîzîkî ya gelê Kurd bû. Berdewamkirina van êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya wê komployê ye.”

Gulê diyar kir ku êrişên li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyaseta qirkirina wan gelan e ku demokrasiyê esas digirin û wiha domand: “Ji beriya demekê ve bi hemû cureyên çekên kîmyewî êrişî gerîla dikin. Lê dewleta Tirk a faşîst nikarî gerîla têk bibe. Zêdebûna van êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, siyaseteke hevpar e û armanc jê qirkirina gelên herêmê ye.”

/ar/uploads/files/2022/08/25/164209_mhmd-shykh-qnbr.webp

Endamê rêveber ê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Şêx Qenber jî axaftin kir û da zanîn ku koçberên Efrînê li dijî planên dagirkeriya Tirk li kantona Şehbayê berxwedana xwe didomînin û wiha got: “Ji beriya zêdetirî 4 salan ve piştî lihevkirina navneteweyî li ser êrişên li dijî kantona Efrînê, em koçberî kantona Şehbayê bûn. Lê piştî koçberiya bi darê zorê şêniyên Efrînê li cografiya herêma Şehbayê kom bûn û ji bo misogerkirina vegera li axa xwe berxwedana xwe didomînin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Efrînê Rûken Ehmed wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Bi navê malbata şehîd Hemze, birayê şehîd Mihemed Birîm axivî û tekez kir ku dijmin dê nikaribin îradeya koçberên Efrînê têk bibin û got: “Dê moralê me bilind be, dê dijmin nikaribe îradeya me têk bibin, em ê bexwedana xwe bidomînin.”

/ar/uploads/files/2022/08/25/164053_rwkan-ahmd.webp

Piştre cenazeyên şehîd Fatima Mamo û Reşîd Elîko li goristana şehîdan a navçeya Fafînê hatin veşartin. Cenazeyê şehîd Hemze Birîm jî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê spartin axê.

(cx)

ANHA