Li navçeyên Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin

Li navçeyên Qamişlo li hember êrişên li dijî herêmê û hedefgirtina welatiyan, zarokan, navendên perwerdeyê, şênî xwepêşandên cuda li dar xistin. Her wiha destnîşan kirin ku ev êriş vîna wan a berdewamkirina berxwedan û têkoşînê li hember êrişan naşikîne.

25 tebax, 2022   13:56
QAMIŞLO

Pêkhateyên navçeyên Dêrik, Til Koçer, Çil Axa yên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, xwepêşandanên cuda li dar xistin. Her wiha pêwîstiya mezinkirina berxwedan û têkoşînê li hember van êrişên domdar û hedefgirtina welatiyan û zarokan, teqez kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên navçeya Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest bi xwepêşandanê kir.

/ar/uploads/files/2022/08/25/130931_zwzan-dyrk.webp

Xwepêşandan li Qada Şehîd Tehsîn rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zozan Şêxo axivî û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê û Kurdistanê û hedefgirtina welatiyan û zarokan şermezar kirin.

Zozan Şêxo bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk piştî ku nekarî planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne, êrişên xwe zêde kirin.

/ar/uploads/files/2022/08/25/130945_mhmd-hmdwn.webp

Di mitingê de bi navê rûspiyên êlên herêmê Mihemed Hemdûn axivî û got: “Li hember van êrişan, êlên herêmê banga biratiyê û avakirina yekitiyê di navbera êlên kurd û ereb de dikin.”

Her wiha Hemdûn banga li gelên herêmê kir ku xwedî li QSD`ê derkevin û bang li dewletên koalîsyonê kir ku qada hewayî ya herêmê bigirin.

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçer jî, xwepêşandan ji pêşiya Parka Serok dest pê kir û li sûka navendî rawestiya.

Di çalakiya li sûkê de, hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Newaf El Cedan axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina dibistanên zarokan, şermezar kirin.

El Cedan banga meznkirina têkoşînê li hember xeteriyên li dijî herêmê kir. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê bigire da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bê girtin.

Endama Kongra Star Delal Hesê jî axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina welatiyan û zarokan, sûcên şer in û divê ji ber wê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin û got: “Divê rêxistinên hiqûqî û navneteweyî bêdeng nemînin û qada hewayî ya herêmê bigirin.”

ÇIL AXA

Li Çil Axa jî, şênî ji Qada Şehîd Masûm heta Navenda Perwerdeyê ya Çil Axa meşiyan. Li pêşiya navendê, keça şehîd Nûbar Xunav Şêxo axivî û got dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike, welatiya û zarokan dike hedef û nahêle ew biçin dibistanê.”

Her wiha endama rêveber a Navenda Perwerdeyê ya Çil Axa Neza Yusif axivî û got dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên mafên mirovan û yên hiqûqî bin pê kirin. Her wiha Neza Yusif soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3ofIYv_t-ew" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>