Bi daxuyaniyên cuda banga hesabxwestinê ji sûcdarên êriş li dijî Til Rifetê hate kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û zarokên şehîdan ên navçeya Şêran a Kobanê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê bi daxuyaniyên cuda, êrişa li ser Til Rifetê şermezar kir û banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir.

Bi daxuyaniyên cuda banga hesabxwestinê ji sûcdarên êriş li dijî Til Rifetê hate kirin
Bi daxuyaniyên cuda banga hesabxwestinê ji sûcdarên êriş li dijî Til Rifetê hate kirin
Bi daxuyaniyên cuda banga hesabxwestinê ji sûcdarên êriş li dijî Til Rifetê hate kirin
25 tebax, 2022   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafireke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker êrişî bazara navçeya Til Rifetê kir di encamê de 3 welatî şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Til Rifetê şermezar kirin. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li rojavayê taxê, bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan û hevserên şehîdan xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişa 24`ê Tebaxê ji aliyê dewleta Tirk ve ku bi balafireke xwekuj êrişî navçeya Til Rifetê kir û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 6 koçberên Efrînê birîndar bûn, ji bo mirovahiyê şermek e. Her wiha di hemû yasa û qanûnan de nayê qebûl kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev kiryarên hovane bi fermana Erdogan pêk hat ku hemû qanûnan bin pê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de êrişên bi balafirên bêmirov li ser Til Rifet û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku civata navneteweyî li hemberî wê bê deng e, hate şermezarkirin.

Kongra Star a Helebê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da. Endama Kongra Star Rengîn Îbrahîm li pêşiya Komîna Şehîd Şîlan a Kobanê ya li taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan şêniyan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herî dawî jî duh li dijî navçeya Til Rifetê bû, hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êriş hemwextî lihevkirinên siyasî-leşkerî pêk hatin ku armanca wan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi hevkariya çeteyên xwe li pêşberî çavên cîhanê sûcan pêk tîne, lewma hemû sazî, rêxistinên hiquqî, cîhanî û jinan berpirsên van êrişan in û divê parastina welatiyan bikin.

KOBANÊ

Têkildarî mijarê zarokên şehîdan ên navçeya Şêran a kantona Kobanê daxuyaniyek da û sûcên dewleta Tirk a faşîst li dijî zarok û welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriêy şermezar kir. Kurê şehîd Mihemed Elî, Mehmûd Elî daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê bi beşdariya bi dehan xwişk û birayên şehîdan xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şeremzar kirin û wiha ev yek hat gotin: "Di demên dawî de asta êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye. Dagirkeriya Tirk ferqê nake navbera zarokan û temenmezinan, malên sivîlan û navendên perwerdeyî, êdî her tiştî dike hedef."

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina navenda perwerdeyê diyar e, ew naxwaze şêniyên herêmê fêrî zimanên xwe bibin, ji ber wê bi hemû hêza xwe hewl dide pergala perwerdehiyê ya li herêmê têk bibe.  

Di dawiya daxuyaniyê de zarokên şehîdan anîn ziman ku ew hesaban ji êrişên dagirkeriya Tirk re nakin û ew ê perwerdeya xwe ya bi zimanê dayikê dewam bikin.

MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Bajarê Minbic û gundewarê wê bi daxuyaniyekê sûcên dagirkeriya Tirk ên li ser gelê herêmê bi taybet êrişa balafirên bêmirov li dijî navenda Til Rifet a kantona Şehbayê kirî armanc, şermezar kir.

Endamê Nivîsgeha Parastina Zarokan Omer Seîd daxuyanî li pêşiya avahiya rêveberiyê, bi beşdariya endamên saziyan û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic, rûspiyan xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîma Tirk li dijî gelên wan ên li herêmên Rêveberiya Xweser rojane sûcan pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku binpêkirinên dewleta Tirk li dijî herêmên wan pêk tîne, nehatine rawestandin. Mînaka wê jî qutkirina ava Firatê û bikaranîna top û balafirên bêmirov.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku duh dewleta Tirk a dagirker êrişî sûka navendî ya Til Rifetê kir, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em bang li hêz, dewletên garantor û rêxistinên navneteweyî dikin ku sûcên domdar ên li dijî zarok, jin û kesên temenmezin bi dawî bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Em jî êrişên hovane yên Tirkiyê ku bi armanca têkbirina gelê herêmê ne, red dikin. Her wiha tekez dikin ku emê heta rizgarkirina xakê ji terorê gelê herêmê, destek bin."

(eh)

ANHA