QSD: Şervanê me Baran Devrim tev li karwanê şehîdan bû

Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameya şervanekî xwe ku di 23`ê Tebaxê de li Qamişlo şehîd bûye, eşkere kir.

QSD: Şervanê me Baran Devrim tev li karwanê şehîdan bû
25 tebax, 2022   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyeke nivîskî da, tê de nasnameya şervanekî xwe ku 23`ê Tebaxê şehîd bûye, eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD`ê de wiha hate gotin:

“Hêzên me bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Hêzên me asta berxwedana xwe bilind kirine û ji bo serwerkirina aramî û îstiqrarê hemû êrişên li dijî gelê herêmê pûç dikin.

Şervanê me “Baran Devrim” dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî tev li karwanê şehîdan bû.

Em sersaxiyê ji xwe, malbata şehîd Baran û gelê xwe re dixwazin. Soza xwe ya ji bo tevahî şehîdan dubare dikin ku em ê rêwîtiya şehîdên xwe û armancên wan ên azadî û rûmetê di welatekî bi ewle de, bidomînin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Baran Devrim

Nav û Paşnav: Ehmed Omer Hero

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo/ 2001

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo/23 Tebax/2022.”

(cx)