Stratejiya Meclisa Zirganê di çarçoveya rewşa awarte de: Perwerdeya çekan û destwerdanên lezgîn

Piştî ragihandina rewşa awarte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên navçeya Zirganê ya nêzî herêmên ku di sala 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, tev li dewreyên perwerdeya çekan û destwerdanên lezgîn dibin û xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk amade dikin.

Stratejiya Meclisa Zirganê di çarçoveya rewşa awarte de: Perwerdeya çekan û destwerdanên lezgîn
25 tebax, 2022   06:24
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek û bi bombebarana bejahî êrişên xwe yên li ser herêmên nêzî eniyên şer; Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa, Şehbayê û gundên li ser sînor zêde kirin.

Zêdebûna asta êrişên leşkerî piştî civîna Tehranê ya 20'ê Tîrmehê û civîna Soçiyê ya 5'ê Tebaxê hat. Çavdêran diyar kir ku hevdîtinên di navbera her sê aliyan de helwesta berê piştrast kir ku li ser hesabê gelê Sûriyê xizmeta berjewendiyên her sê welatan bike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê piştî civîna Tehranê û civîna Soçiyê, li gorî agahiyên ku ajansa me tomar kirine, bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi dehan welatiyan ku di nav wan de 32 zarok hene.

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Navçeya Zirganê Esma Silê diyar kir ku Zirgan û gundên wê bi taybet piştî civînên Soçî û Tehranê ku Rûsya, Tirkiye û Îran tê de li hev civiyan, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve êrişên zêdetir û dijwar tên kirin.

Esma bal kişand ser israr û berxwedana gel û wiha got: "Gel li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser navçeyê bi israra xwe, bi girêdana xwe ya bi xakê ve û bi israra manê ya li malên xwe, li ber xwe dide."

Esma Silê bal kişand ser xebatên saziyên sivîl ên li Zirganê û bajarokên wê di dema zêdebûna êrişên dewleta Tirk li ser navçeyê û wiha got: "Xebatên saziyên li navçeyê bê tirs dewam dikin. Em xwe amade dikin ku li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Ew jî bi rêya perwerdekirina gel li ser awayê bikaranîna çekan, destwerdana lezgîn bi rêya komînan û bi koordîneya komîteyên parastin û tenduristiyê û di semîneran de hişyarkirina gel ji xetereya şerê taybet."

Li gorî amarên dawîn ên Komîteya Kar û Barên Civakî ya meclisa navçeyê, li Zirganê 42 komîn henetê.

Esma her wiha got: "Ji bo perwerdeya çekan û destwerdanên lezgîn tevlêbûneke zêde ya gel heye. Bandoreke erênî ya semînerên hişyarkirinê derbarê şerê taybet û gotegotan de heye. Welatiyên navçeyê jî bi xaka xwe ve girêdayî ne û guhê xwe nadin gotegotan, piştî rawestandina bombebaranê jî vedigeriyn jiyana xwe ya asayî."

Hevseroka Meclisa Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Esma Silê diyar kir ku ew li gorî rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Tîrmehê de ragihandibû de kar dikin û got ew ji hemû rewşên awarte re amade ne.

(hs)

ANHA