​​​​​​​‘Divê em girîngiyê bidin azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan’

Hevserokên Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e û got binpêkirinên di girtîgeha Îmraliyê de, li dijî qanûnên navneteweyî û hiqûqê ne.

​​​​​​​‘Divê em girîngiyê bidin azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan’
25 tebax, 2022   06:15
HELEB

Sala 1999`an gelek dewletên zilhêz rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl girt. Di girtîgeha Îmraliyê de jî ew ji mafên rewa bê par kirin û tecrîdeke giran li ser wî pêk tînin.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi hevserokên Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Leyla Xalid û Ehmed Bîrhat re çêkir.

Ehmed Bîrhat got: "Divê em girîngiyê nedin bidawîkirina tecrîdê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikin."

Bîrhat diyar kir ku dewletên serdest rêber Abdullah Ocalan dîl girt, ji ber ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê xeterayê li ser xwe dibînin, ev tevger li ser bingeha azadiya gelê Kurd û doza kurdî hatiye avakirin û xizmeta van dewletên li Rojhilata Navîn nake.

Bîrhat da zanîn ku ev tevger nûnertiya vîna gelan dike û rêber Ocalan bi fikirê xwe hemû plan û siyasetên dewletên kapîtalîst û hegemon ên li Rojhilata Navîn, têk birin.

Bîrhat destnîşan kir ku van welatan bi navê têkoşîna li dijî terorê, 1996'an kongreyek li Urdinê li dar xist. Di kongreyê de li hev kirin ku rêber Ocalan ji aliyê Tirkiyê ve were qetilkirin.

Wekî bersiva hewldana qetilkirina rêber Abdullah Ocalan li paytexta Sûriyê Şamê, Zeyneb Kinacî (Zîlan) di 30'yê Hezîrana 1996'an de çalakiyeke fedayî li bajarê Dêrsimê di nava artêşa Tirk a dagirker de pêk anî.

Bîrhat anî ziman ku ji dema desthilata Tirk di sala 2015`an de tecrîdek li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û heta îro, di hundirê girtîgehê de şerê derûnî û fikrî pêk tîne da ku rêber Ocalan, tevgerê û gel ji hev qut bike. Ehmed Bîrhat diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de girtî ye, lê fikir û felsefeya wî di nava gelê Rojhilata Navîn de belav bûye.

'RÊXISTINÊN MIROVÎ JI BO BERJEWENDIYÊN DEWLETÊN HEGEMON DIXEBITIN'

Têkildarî rola rêxistinên mirovî û hiquqî, hevserokê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî destnîşan kir ku rêxistinên hiquqî û mirovî erkên xwe yên parastina mafên mirovan bi cih nayînin, ji wê zêdetir  berjewendiyên dewletên hegemon diparêzin.

Bîrhat destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) erka xwe ya parastina mafên girtiyan bo cih nayîne, lewma dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û kiryarên dermirovî di girtîgeha Îmraliyê de li dijî rêber Ocalan pêk tîne.

Ehmed Bîrhat diyar kir ku ruxmî rêber Ocalan di girtîgehê de ye, lê bûye mînak û çareseriyên ji aloziya Rojhilata Navîn di destên wî de ne.

Bîrhat anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û misogeriya azadiya wî ya fîzîkî, divê gel asta têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bike û fikir û felsefeya wî jî li cîhanê belav bike.

'DEWLETA TIRK BÊYÎ HESAB QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'

Hevseroka Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Leyla Xalid jî got: “Kiryarên dewleta Tirk qanûnên mafên mirovan û navneteweyî bin pê dikin û di şexsê rêber Ocalan de  li dijî gelê herêmê rêbazekî şerê taybet bi kar tîne da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber ku ev proje jiyaneke azad ji gelê bindest û azadîxwaz re misoger dike."

Leyla Xalid da zanîn ku armanca desthilata Tirk ji kiryarên li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ew e ku li Rojhilata Navîn pirsgirêk û kaos çêbibin û got: "Madem gel li ser bingeha fikrê rêber Ocalan tê dikoşe, ev armanc wê neghêjin serî."

Leyla Xalid anî ziman ku nêzîkatiyên di girtîgeha Îmraliyê de têne kirin, qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dike.

Leyla Xalid her wiha diyar kir ku armanca desthilata Tirk ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, ew e ku projeya demokratîk têk bibe ji ber ku ev proje yekitiya gelê herêmê ava kiriye û jiyana azad ji wan re mîsoger kiriye. Leyla da zanîn ku rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye qada çand, fikir û demokrasiyê.

'KILÎTA ÇARESERKIRINA ALOZIYA ROJHILATA NAVÎN DI DESTÊ RÊBER APO DE YE'

Hevseroka Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Leyla Xalid di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Êdî fikrên rêber Ocalan di dilê her mirovekî de bi cih bûne. Dewleta Tirk nikare vîn û berxwedana vî gelî bişikîne. Her wiha ew ê nekare rêber Abdullah Ocalan ji gelê wî jî qut bike. Bi azadiya fîzîkî ya rêber Apo dê aloziya Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Cîhan tev de jî bi vê dizane."

(eh)

ANHA