Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê' ragihand

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo şopandina şaneyên DAIŞ’ê, zuhakirina jîngeha bixwîna ya ku ji wan re dibe alîkar û ji bo xelaskirina niştecihên Kampa Holê ji teror û belaya wan, qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ragihand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê' ragihand
25 tebax, 2022   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro daxuyaniyek da çapemeniyê û raya giştî, tê de destpêkirina qonaxa duyemîn a Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê ya kantona Hesekê ragihand.

Daxuyanî bi civîneke çapameniyê ji aliyê endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El Hesen û Vejîn Êlan ve hat xwendin.

Di civîna çapemeniyê de her wiha berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena û hejmareke fermandarên QSD`ê amade bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Wek tê zanîn, xeteriya ku Kampa Holê derdixe pêş ji raya giştî ya herêmî û navdewletî nayê veşartin ku bûye çavkaniya şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wê û her wiha bûye jîngeheke bi sûd ku ev rêxistina teroristî bi rêya wê di tecnîdkirin û kişandina hêmanên potansiyel de û di heman demê de di belavkirina propagandayên tehrîkker ji bo şaneyên xwe yên azad li Sûriye, Iraq û cîhanê jê sûd werdigire. Ev kamp di dema dawî de metersiya wê bi zêdebûna êrişên şaneyên DAIŞ’ê ku bi rengekî hovane li dijî niştecihên kampê, xwebexşên rêxistinên mirovî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk dianî zêde bûbû. Her wiha ew metersî bi hewldanên revîna ji kampê û planên êrişa li ser kampê ji derve ve ku hêzên mê yên ewlekarî û leşkerî ew şikandin, derdikev pêş.

Kontrolkirina Kampa Holê armanca duyemîn ya çeteyên DAIŞ’ê piştî kontrolkirina zindana Sînaa ya Hesekê bû. Şaneyên vê rêxistinê bi êrîşa li ser zindanê hewl dan ku ji hundirê Kampê û derveyî wê ve çend caran êrişan pêk bînin da ku ji xwe re koorîdorekê ber bi herêmên Rojhilatê Sûriyê ku bi Sînorê Iraqê, çolistana Sûriyê û sînorê Tirkiyê ve tên girêdan vekin, ji xwe hêzên me û Hêzên Sûriyê Demokratîk gelek kes ji wan girtin û plana wan a metirsîdar têk birin. Lê belê ev plan di dema dawî de bi awayekî metirsîdar di meriyetê de ma.

Di nava vê salê de, şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wê li dijî niştecihên kampê 43 çalakiyên kuştin û darvekirinê ku tê de 44 kes, ji wan 14 jin û 2 zarok hatibûn kuştin pêk anîn. Ev çalakiyên xwe bi rêya tifing û demançeyên bê deng yan jî bi rêya alavên tûj ku piştî işkencekirin û avêtina termên wan di kanalên kanalîzasyonê de ji bo veşartina tawanên xwe, pêk dianîn. Her wiha Kamp rastî 13 rewşên revandina niştecihên wê ji aliyê van şaneyên terorîst ve hat. Di heman demê de jî rastî rewşên şewtandina konan ku dema qurbanî tê de di xew de bûn, wêrankirina madeyên alîkariyê û malzemeyên saziyên tenduristî û xizmetguzarî û gelek rewşên ku tê de xwestin aloziyê derxînin û hewl bidin ku dîwarên parastinê li derdora kampê rakin, hat.

Bi zêdebûna gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşker bû ku çalakiyên teroristî di kampê de zêde bûne, ji xwe amarên li ber dest teqez dikin ku di van mehên ku dewleta Tirk êriş û gefên xwe berdewam kiriye, ev çalakiyên teroristî zêde bûne. Hejmareke mezin ji serçeteyên DAIŞ’ê li navçeyên di bin dagirkeriya Tirkiyê de dimînin ku operasyonên terorîstî li herêmê birêve dibin, bi taybetî li kampa Holê û derdora wê. Ji xwe delîl, belge û her wiha îtîrafên gelek terorîstên ku hatine girtin piştrast dikin ku Tirkiyê her cûre hêza xwe ya istixbaratî, ewlehî û diravî ji bo şaneyên DAIŞ’ê di kampê û derveyî wê de bikar tîne, ji bo ku wan bi rengekî xurtir bi şebekeyên teroristî yên li herêmên dagirkirî li Bakurê Sûriyê ve girê bidin, her wiha ji bo ku bi berdewamî tirsê bixin nava kampê de da ku ewlehî û istîqrara hemû herêmê têk bibin.

Bêguman hêzên me ji bo ku rê li ber zêdebûna metersiya çeteyan û şaneyên wan bigirin, gelek bedelên buha dan. Me bi rêya hemleyên xwe yên ewlehiyê, gelek çalakiyên teroristî têk birin û her wiha ji bo parastina niştecihên Kampê me gelek şehîd dan. Di heman demê de jî tevî şert û mercên awarte yên ku rû bi rûyê me bûne û heta niha bi rû birûbûna şaneyên rêxistina terorîst em lê rast tên ku ev şane ji şert û mercên mirovî yên kampê sûd werdigirin û xwe di nav jin û zarokan û di tunelan de xwe vedişêrin ku hêzên me gelek caran di nava komînên niştecihan de ev tunel dîtine, em li ser pabendbûna xwe ya bi prensîb û rêzgirtina tam ji yasayên navdewletî yên girêdayî bi mafên mirovan ve tekez dikin.

Nebûna plansaziyek navdewletî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, nederxistina dewletên peywendîdar hemwelatiyên xwe ji kampê û her wiha nedana piştgiriyeke têr û bi bandor ji hêzên me û saziyên Rêveberiya Xweser re, bûne sedema zêdebûna metirsiya li kampê ji niştecihên wê û derdora wê re û di heman demê de jî ji bo hewlên têkbirina terorê dibin xeterî, lewra û li ser vî esasî em civaka navdewletî ji rewşa dawî ya ku gihiştiye asteke ciddî berpirsyar dibînin, ji ber ku ew çavên xwe li ber şebekeyên têkilî û diravî yên di navbera van şaneyên terorîst û serçeteyên wan yên ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de dimînin, digirin.

Li ser vê bingehê, em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi piştgiriya Hêzên Sûriyaya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê, qonaxa duyemîn ya Operaseyona Mirovî û Ewlehiyê di Kampa Holê de ji bo şopandina şaneyên DAIŞ’ê, zuhakirina jîngeha bixwîna ya ku ji wan re dibe alîkar û her wiha ji bo xelaskirina niştecihên Kampê ji teror û belaya wan, radigehînin.

Ev operaseyon demeke dirêj bû ji ber êriş û gefên dewleta Tirk yên dawî hatibû paş xistin. Eger em niha tevnegirin dê dever, herêm û cîhan tevde rastî gelek pirsgirêkan were, lewra em bang li hemû dewlet û rêxistinên pêwendîdar dikin ku di vê operaseyonê de piştgiriya me bikin û heta bidawîhatina wê û gihîştina armancên wê, piştgiriyên pêwîst ji niştecihên kampê re pêşkêş bikin.

Em careke din piştrast dikin ku em ê bi yasa û destûrnameyên mafên mirovan pabend bibin., bi tayebetî yên ku kar dikin li ser rêxistinkirina mekanîzmeya ewlehiyê bi hawîrdorên ku şaneyên terorîst xwe tê de vedişêrin û ew ji bo çalakiyên xwe yên terorî bikar tînin.”