Di êrişa hewayî ya li Til Rifetê de 2 welatî şehîd bûn, 7 jî birîndar bûn

Di êrişa balafira xwekuj a dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê de, 2 welatî şehîd bûn, 7 welatiyên din ku di nav de jin û zarok jî hene birîndar bûn.

Di êrişa hewayî ya li Til Rifetê de 2 welatî şehîd bûn, 7 jî birîndar bûn
24 tebax, 2022   09:27
 ŞEHBA

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê pêk aniye de, 2 welatî şehîd bûne, di nav de jin û zarok 7 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me bi dest xistine, welatiyê bi navê Reşîd Elîko (28) şehîd bûye, nasnameya şehîdê din jî hîna nayê zanîn.

Navên birîndaran jî wiha ne:

*Hisên Murad Qerokî (13)

*Fatima Osman Mamo (21)

*Menan Reşîd Hisên (57)

*Egîd Fexrî Şêxo (32)

*Semîr Ebdulqadir Reşo (31)

*Zûhêr Ebdurehman Mihemed (36)

(cx)

ANHA