Rojnameyên erebî: Artêşa Amerîkayê nuqteyeke Îranê li Sûriyê kir armanc

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa hedefgirtina nuqteyeke Îranê li Sûriyê ji hêla artêşa Amerîkayê ve, her wiha helwesta dadgeriyê li hember xwepêşandanên alîgirên Sedr û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Artêşa Amerîkayê nuqteyeke Îranê li Sûriyê kir armanc
24 tebax, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ARTÊŞA AMERÎKA NUQTEYEKE ÎRANÊ LI SÛRIYÊ KIR ARMANC’

Der barê rewşa Sûriyê de, rojnameya Şerq El Ewest ev tişt nivîsî: "Roja sêşemê, artêşa DYA’yê avahiyên li Dêrazorê ya Sûriyê ku komên Pasdarên Îranê bi kar tînin, derbe kirin.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê da zanîn ku ev derbe ji bo parastina hêzên Amerîkayê ji êrişên komên girêdayî Îranê ne.

CENTCOM´ê diyar kir ku ew derbe tedbîrên guncaw û lêkolînkirinê ne û bi armanca xetereyên rageşiyê sînordar bike û xetereyên çêbûna birîndaran kêm bikin.

Ev ne cara yekemîn e ku balafirên şer ên Amerîkayê hêzên bi piştgiriya Îranê, li Iraq û Sûriyê bombebaran dikin, di Hezîrana par de DYA´yê avahiyên fermandariya operasyonan û depoyên çekan ên li Sûriyê û Iraqê derbe kirin."

‘DADGERIYÊ HESABÊN SEDR TEVLIHEV KIRIN’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Meclisa Bilind a Dadgeriyê li hember protestoya alîgirên Tevgera Sedr li pêş navenda meclisê ragihand ku wê xebat, karên dadgeriya federal a bilind û dadgehên girêdayî wê taloq kir. Çavdêrên iraqî dibînin ku ev gavek e ku teqez dike ku meclisa dadgerî ji bo Muqteda Sedr ji parlamentoyê dijwartir e. Bi wê re Sedr neçar ma xwepêşandêran vekişîne.

Çavdêran diyar kir ku berovajî parlamentoyê ku hebûn û tunebûna wê yek e, hikumetê karên xwe berdewam kirin û dahatên petrolê yên bilind di geşkirina xezîneya giştî de berdewam kir. Rawestandina dadgeriyê ji hêla Sedr ve gaveke ne di hesabê de bû, bi taybet ew ji dadgeriyê dixwaze ku piştgiriya wê di hilweşandina parlamentoyê de bike.

Dadgeriyê bi daxuyaniyekê got alîgirên Sedr bi rêya telefonê gef xwarine.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Endaman biryar da ku xebata Meclisa Dadgeriya Bilind û dadgehên girêdayî wê û Dadgeha Federal a Bilind ji bo reftarên neqanûnî taloq bikin. Her wiha hikumet û aliyên siyasî yên li pişt xwepêşandanan disekinin, berpirsyar dît.”

Dadgeriyê biryar da ku fermandarên Sedr bigirin û nehêlin derkevin derve, ji wan jî Xayib El Umêrî, Sebah El Saidî û Mihemed El Saidî ne.

Ji bo aramî û hêdîkirina rageşiyê yek ji fermandarên Sedr Salih Mihemed El Iraqî bang li alîgirên Sedr kir ku ji pêş Meclisa Dadgeriyê ya Bilind vekişin.

Aliyên siyasî yên iraqî da zanîn ku Sedr li ser berteka meclisa dadgeriyê matmayî ma û wê texmîn dikir ku meclis vê radestî tiştê heyî bibe û xebatên xwe tevî konên protestoyê û dirûşmên wan berdewam bike. Bi temxîna wan dê zext li meclisê bikirana û bihiştana biryareke li ser hilweşandina parlamentoyê bide."

‘LÎBYA: LI TERABLUSÊ REWŞA AWARTE Û METIRSIYA NAVNETEWEYÎ JI RAGEŞIYÊ’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Li gel berdewama parçebûnê nixûmandinek di rewşa Lîbyayê de heye û serokê Meclisa Nûneran Fethî Başaxa îşaret pê dike ku di demeke nêz de derbasî Terablusê bibe. Şahidan got li Terablusê rewşa awarte heye û milîsên alîgirên hikumeta Wehde Weteniye tevger û hêza xwe li paytext û herêmên wê nîşan didin, da ku piştrast bikin ew li hember hewldanan amade ne. Li kêleka wê jî hêzên ewlehî û endamên milîsan li derdora piranî saziyên hikumetê belav bûne.

Nîşaneyên rageşiyê hişt ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) metirsiya xwe eşkere bike û banga rawestandina rageşiyê kir. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price diyar kir ku piranî lîbyayî hewl didin rêveberên xwe bi awayekî aştiyane bi rêya hilbijartinan hilbijêrin û got: "Em bang li kesên hewl didin careke din tundiyê bi kar bînin çekên xwe deynin û bi taybet bang li fermandarên Lîbyayê dikin ku bêyî derengî pabendî diyarkirina bingeheke destûrê ji hilbijartinên serokatî û parlamentoyê re bin."

Çavdêran eşkere kir ku dibe ku di demên pêş de ji nû ve li Terablusê şer çêbe, nexasim jî di navbera milîsên li rojavayî welat de rewşeke hêrsê heye. Ew milîs jî bi rola xwe li hember parçebûna di nava aliyên destekê didin Debîbe de û aliyên alîgirê Başaxa de disekinin.

Başaxa îna borî destnîşan kir ku gera Ebdulhemîd Debîbe radestkirina desthilatê bi awayekî aştiyane red kir, ew ê derbasî Terablusê bibe û erkê radest bibe. Başaxa da zanîn ku bi milyonan lîbyayî li bendê ne ku hikumeta Başaxa derbasî Terablusê bibe û navendên wê radest bibe."

(fr)