Meclisa Girê Spî sûcê dewleta Tirk ê qetilkirina 4 zarokan li Hesekê şermezar kir

Meclisa  Kantona Girê Spî sûcê dewleta Tirk a dagirker ê qetilkirina 4 zarokan li navendeke perwerdeyê ya li gundekî Hesekê şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bikeve tevgerê.

Meclisa Girê Spî sûcê dewleta Tirk ê qetilkirina 4 zarokan li Hesekê şermezar kir
23 tebax, 2022   12:44
EYN ÎSA

Daxuyaniya  bi amadebûna bi dehan endamên sazî û komîteyên kantonê li qada meclisa kantona Girê Spî ya navçeya Eyn Îsayê hate dayîn. Hevseroka meclisa kantonê Fedîle Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em  sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û zêdebûna êrişên wê di rojên derbasbûyî de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Ev êriş bûn sedema şehadeta bi dehan sivîlên bêguneh di nav wan de jin û zarok, her wiha ziyanên madî gihişt milkên taybet û binesaziyan.''

Roja 18'ê Tebaxê, balafireke bêmirov a bi çek  a dewleta Tirk navendeke perwerdeyê ya keçan li gundê Şemoka yê li ser rêya Til Temir-Hesekê ku 2 km dûrî baregeheke Koalîsyona Navneteweyî ye, kir armanc. Di encamê de 4 keçên bi navê Zozan Zêdan, Raniya Eta, Dîlan Izedîn û Diyana Elo şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî hevdîtinên serokê dewleta Tirk a dagirker a bi Îran û Rûsyayê re ev êriş zêde bûn û hat gotin ku  ev yek nîşaneya lihevkirina ji bo têkbirina aramiya herêmê ye.

Meclisê bêdengiya dewletên garantorên agirbestê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku li hember binpêkirinên Tirkiyê yên ku sivîlan dike hedef û hemû cûre çek li dijî wan bi kar tîne, bikeve tevgerê.

Li gorî Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk, ji destpêka vê salê ve hejmara êrişên balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştye 68 êrişan, di encamê de 41 welatiyên sivîl şehîd bûne û 77 welatiyên din jî birîndar bûn.

 (hs)

ANHA