Li Kobanê gel li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker daket qadan

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê di xwepêşandaneke girseyî de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina navendên perwerdeyê û komkujiyên   wê şermezar kirin û banga cezakirina wê kir.

Li Kobanê gel li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker daket qadan
22 tebax, 2022   12:43
KOBANÊ

Bi hezaran welatî, endamên saziyên sivîl û kesayetên ji partiyên siyasî yên herêma Firatê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê yekê, li Qada Jina Azad a navenda Kobanê kom bûn.

Piştî ku xwepêşander gihaştin Qada Şehîd Egîd, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û wiha got: "Derketina bi hezaran kesan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, baweriya wan bi doza wan û girêdana bi xakê ve nîşan dide. Ev yek jî xwestekê li cem mirov çêdike ku em li hember hemû kesên ku hewl didin xaka me dagir bikin, bi ser bikevin."  

Mihemed Şahîn axaftina xwe wiha domand: "Gelê ku ji tunebûnê şoreş ava kir û ji zilmê azadî çêkir û zincîrên koletiyê yên ku ew girê didan, şikandin û îro bi xwe rêveberiya xwe dike û bi biryardariya zarokên xwe axa xwe diparêze, ji ber ku li pêşiya projeyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker dibe asteng, xwezayî ye ku ev gel rastî komkujiyan bê."

Mihemed Şahîn her wiha got: "Piştî 11 salên şoreşa me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeyeke me ya demoratîk ku roj bi roj mezin dibe, heye. Ji bo ku ev projeya me jî bi ser bikeve divê em yekdest bin û li ser şopa zarokên xwe yên şehîd bimeşin. Ji ber ku dijmin hov e û ferqê naxe navbera mezin û biçûkên me, îro zarokên me di dibistanên wan de ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve tên şewitandin û her kêlî bi hedefgirtinê re rû bi rû ne, lewma divê em hay ji vî dijminî hebin."

Mihemed Şahîn di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî gelên herêmê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Çalakî bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Azadiya fîzîkî ji rêber Abdullah Ocalan re" bi dawî bû.

(hs)

ANHA