Hemwextî êrişên dagirekriya Tirk, hikumeta Şamê ambargoya li ser Şehbayê dişidîne

Hikumeta Şamê bi armanca tengavkirina koçberên Efrînê û koçberkirina wan ji Şehbayê ber bi deverên din ve, ambargoya li ser kantona Şehbayê ku nêzî 5 sal in didomîne, şidandiye. Ev yek di demekê de tê ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker besha nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re dikin. 

Hemwextî êrişên dagirekriya Tirk, hikumeta Şamê ambargoya li ser Şehbayê dişidîne
22 tebax, 2022   08:34
ŞEHBA

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde kirine, hikumeta Şamê bi rêya bendên xwe yên kontrolê yên li ser rêya Heleb-Şehba, Minbic-Şehbayê ambargoya li ser kantona Şehbayê şidandiye.

Ji destpêka meha Tebaxê de, hikumeta Şamê nahêle ku mazot, derman û pêdiviyên tenduristiyê bikevin kantona Şehbayê.

Ambargoya hikumeta Şamê li ser Şehbayê daniye, bû sedem ku kehrebe rojane li şûna 7 saetan, tenê 4 saetan bê dayîn, her wiha ji ber wê yekê zirar digihêje karê xizmetguzariyê yê şaredariyan.

Li kêleka ambargoyê, hikumeta Şamê polîtîkaya şerê taybet li dijî xelkên Efrînê yên koçber dide meşandin, ew jî bi rêya hêsankirina derketina wan ji Şehbayê ku bi armanca valakirina herêmê tê kirin.

Şidandina ambargoyê ji aliyê hikuemta Şamê ve di demekê de tê ku Enqere daxuyaniyên derbarê normalîzekirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re zêde kirine. Bi taybetî piştî civîna sêalî ya din navbera serokên Îran, Tirkiye û Rûsyayê di 19'ê Tîrmeha borî de û civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan di 5'ê Tebaxê de.

Li aliyekî din, rêxistina UNICEF kêmkirina para avê ya ji bo koçberên Efrînê yên di malên nîv wêrankirî yên gundên kantona Şehbayê de, bi taybet ên li navenda navçeya Til Rifetê û gundên wê, didomîne.

(hs)

ANHA