Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê rewşa ewlehiyê xirab e û xwepêşandanên gel hene

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine têkildarî tevlîheviya ewlehiyê û xwepêşandanên li başûrê Sûriyê, xitimîna siyasî li Iraqê û rewşa Lubnanê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê rewşa ewlehiyê xirab e û xwepêşandanên gel hene
22 tebax, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

LI DERAYÊ HEDEFGIRTINA ENDAMÊN SAZIYÊN EWLEHIYÊ, LI SIWÊDAYÊ JÎ XWEPÊŞANDAN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Sibeha yekşemê li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê bi bûyerên cuda, hêzên saziyên ewlehiyê yên Sûriyê hatin hedefgirtin. Li navenda bajarê Dera El Meheta bombeyek bi erebeyeke taksî de teqiya, ku endamekî saziyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê li parêzgeha Derayê yê bi navê Mihemed Cuma diajot. Ji ber wê yekê, li Dibistana Pîşesaziyê ya li kolana sereke ya taxa Kaşif a Dera El Meheta teqîneke bi hêz rû da û ajokarê erebeyê hat kuştin.

Li gorî çavkaniyan, bombe di erebeyê de hatibû bicihkirin û di encama teqînê de erebe bi temamî şewitî. Mihemed Cuma ku endamekî hêzên ewlehiya siyasî bû, li bajarê Dera El Meheta bi cih dibû ku dikeve nava herêma çargoşeya ewlekariyê ya li bajêr û tê de bendên kontrolê yên girêdayî hêzên ewlekariyê û artêşê hene. Ew herêm di dirêjahiya salên borî de di bin serweriya rejîma Sûriyê de bû. Herêma ku teqîn lê çêbûye jî di navbera herêma Panorama û taxa Metar ya nêzî saziya ewlehiya siyasî de ye. Di encama teqînê de her wiha zirarên madî yên mezin bi milkên welatiyên herêmê bûn.

Sibeha yekşemê, kesên nenas dewriyeyeke leşkerî ya hêzên îstixbarata ewlehiya dewletê li ser rêya Berqayê ya nêzî bajarê Senemên ê bakurê Derayê, hedef girtin. Di encamê de hin endamên rejîmê yên di erebeyê de bûn, birîndar bûn. Roja şemiyê jî, şêniyan li ser rêya di navbera bajarokê Um Weled û bajarokê Kerik yê rojhilatê Derayê de cenazeyê ciwanê bi navê Mihemed Refayî “El Esfer” hat dîtin, şopên îşkenceyê û guleyekê di serî de li ser hebûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku kesê hatî kuştin ji bajarokê Um Weled e û beriya were kuştin bi rojekê winda bûbû.

Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka îsal de li Derayê 352 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 296 kes hatine kuştin, ku ji wan 143 sivîl, 126 leşkerên girêdayî rejîmê, hevkarên saziyên ewlehiyê û endamên lihevhatinan in.

Li gundewarê başûrê parêzgeha Siwêdayê jî bi dehan şêniyên bajarokê Xariye sibeha yekşemê li pêş Navenda Posterê û Polîsan xwepêşandan kirin. Xwepêşandêran banga başkirina rewşa xizmetguzariyê li bajarok kir, ku xizmetên kehrebe, telefon, av, sotemenî û gazê lê xirab bûbûn. Xwepêşandêran gef xwar ku heke desthilat daxwazên wan paşguh bike, dê xwepêşandanan heta çarşema bê berdewam bikin.”

ŞEPÊLA SEDR BANGA HESABXWASTINA JI BERPIRSÊN GENDELIYÊ LI IRAQÊ DIKE

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî têkildarî rewşa Iraqê nivîsî: “Şepêla Seda ya li Iraqê ragihand ku zêdebûna nankokiyan di navbera rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê de, avakirina hikumetê asteng dike. Rêveberên şepêlên Çarçoveya Hemahengiyê jî vexwendina Sedr a nîqaşa eşkere qebûl kirin.

Salih Mihemed ku nêzî Sedr e got ku redkirina Çarçoveya Hemahengiyê ya vexwendina ji bo nîqaşa eşkere hiştiye ew li pêş gel bên teşhîrkirin û helwesta wan lawaz kiriye.

Şepêla Sedr jî tekez kir ku ew li bendê ne ku berpirsên mezin ên gendeliyê bên muhasebekirin. Her wiha destnîşan kir ku wezîrekî bi gendeliyê dihat tawanbarkirin istîfa kiriye.

Li gorî daxuyaniya wezîrê Sedr, hin blokên Iraqê daxwaza jihevxistina parlamantoyê û lidarxistina xwepêşandanên pêşwext dipejirînin.

Seroka Tevgera Îrade ya girêdayî Çarçoveya Hemahengiyê Henan El Fetlawî duh ragihand ku ew vexwendina Sedr ya nîqaşa eşkere qebûl dikin, lê belê şert danî ku divê Sedr piştî bidawîbûna nîqaşa eşkere silametiya wê misoger bike.”

Sedr pêşeniyara pêkanîna nîqaşa eşkere bi hevrikên siyasî re ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re pêşkêş kiribû.”

VALAHIYA SEROKATIYÊ LI LUBNANÊ: GELO ÇARESERIYEK GENGAZ HEYE?

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Lubnanê de, wiha got: "Pevguhertina tohmetan di navbera serokê Partiya Hêzên Lubnanê Semîr Ceca û serokê Tevgera Nîştimanî ya Azad Cubran Basîl de, nakokiyên di navbera her du partiyên herî mezin ên Xiristiyanan de kûrtir dike. Di demekê de ku çavdêr texmîn dikin welat bikeve nava valahiyek serokatiyê.

Ceca di civîna partiya xwe de got: "Sê mehên zehmet li pêş me hene, pirsyara îro ew e ku gelo em ê karibin serokekî bipejirînin, ku bikaribe hin biryaran bigire, reformîst be û xwediyê exlaqekî baş be.” Ceca her wiha amaje bi serok Mîşêl Ewn kir û got: “Anîna serokekî ku tenê li Qesra Beebda bimîne û tiştekî neke, tê wateya ku di esas de tiştekî nehatî kirin.”

Ceca wiha dewam kir: “Tenê Îranî bi rêya Hizbullahê dikarin bandorê di vê mijarê de bikin, lê belê welatên din ê çawa karibin bandorê bikin?

Basîl got ku Partiya Hêzên Lubnanê serokekî ku berevajî karê me bike, dixwazin, anku serokekî ku dev ji hevkarî, nûnertî, destûr û wekheviya di rêveberî û reformê berde dixwazin.

(cx, hx)