Yekitiya Parêzeran a Reqa û Tebqayê bang li sûriyan kir ku bersiva arêtşa Tirk a dagirker bidin

Yekitiya Parêzeran a Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyekê bang li hemû beşên civaka Sûriyê kir ku li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêmê, axa Sûriyê biparêzin.

Yekitiya Parêzeran a Reqa û Tebqayê bang li sûriyan kir ku bersiva arêtşa Tirk a dagirker bidin
22 tebax, 2022   10:04
REQA

Bi dehan endamên Yekitiya Parêzeran a Reqa û Tebqayê îro li pêşiya avahiya Edaleta Civakî ya Bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek dan. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ligel zêdegaviyên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me li ser dirêjahiya xeta sînor, em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî ên cîhanê dikin ku binpêkirinên mafên mirovan bibînin û sûcên rejîma Tirkiyê yên bi balafirên bêmirov ên biçek yên li dijî fermandar û sivîlan belge bikin. Ji ber ku yek binpêkirineke eşkere ya serdestiya Sûriyê û Iraqê ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, piştî ku rejîma Tirkiyê nikarî Girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran a Hesekê kontrol bike û nikarî PKK`ê li bakurê Iraqê tune bike, vê yekê dike û got: “Dewleta Tirk ji projeya Rêveberiya Xweser a li ser bingeha teoriya neteweya demokratîk ditirse û li hemberî hevgirtina eniya hundirîn a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêçare maye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê yê li hundir û derve hat kirin ku bi erka xwe ya exlaqî û nîştimanî rabin, ji ber ku xaka Sûriyê ya her kesî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li artêşa Sûriyê jî hate kirin ku parastina sînorê Sûriyê bikin û li dijî êrişên domdar ên li ser gelê Sûriyê bisekinin.

(eh)

ANHA