Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê: Dê aloziya Sûriyê bikeve qonaxeke nû

Li gorî serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim piştî civînên NATO, Tehran û Soçiyê û zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya Sûriyê dê derbasî qonaxeke nû bibe. Qasim bang li gelê herêmê kir ku tenê baweriyê bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê bînin.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê: Dê aloziya Sûriyê bikeve qonaxeke nû
22 tebax, 2022   06:26
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Piştî lidarxistina civînan di navbera dewletên ku dest di Sûriyê de werdane, mîna civînên Madrîd, Tehran û Soçiyê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin. Di van êrişan de li gel bêdengiya hêzên garantorên agirbesta li herêmê (Rûsya û Amerîka) balafirên bêmirov ên biçek bi kar tîne. Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr.Rizgar Qasim destnîşan kir ku ev êriş ne tenê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li belê li ser cîhanê bi giştî tehdîd in. Hedefgirtina Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve, nîşaneya derbekirina sembola berxwedana bajarekî ye ku li hember rêxistina herî terorîst li cîhanê anku DAIŞ`ê li ber xwe daye.

Dr. Rizgar Qasim êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, bêdengiya dewletên garantorên agirbesta li herêmê, sedemên bêdengiya hikumeta Şamê çi ne, çi ji pêkhateyên herêmê tê xwestin, ji ajansa me re nirxandin.

Qasim destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Şamê encama berjewendiyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê ne û got: “Rejîm baş dizane ku mayîna wê bi hebûna Rûsyayê ve girêdayî ye.”

Qasim destnîşan kir ku divê pêkhateyên herêmê tenê baweriyê bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bînin ji ber ku her duyan bi rêya fedakariyên ku kirine, îsbat kir ku ew garantora yekane ya pêşerojeke geş e.

Hevpeyvîna ligel Dr. Rizgar Qasim wiha ye:

*Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û balafirên şer û yên bêmirov bi kar tîne. Gelo xeteriya van êrişan çi ye û armanca wê ya sereke çi ye?

Ev êriş ne nû ne. Lê belê dirêjahiyeke wê ya dîrokî heye ku vedigere zêdetirî serdemekê. Bi hatina tirkan ji Asayaya Navîn re dest pê kirin û heta roja me ya îro li dijî gelê Kurd û gelên herêmê berdewam kirin. Tirkiyê ji zêdetirî 10 salan û ji roja yekemîn a aloziya Sûriyê ve, roleke wêranker li ser hemû astan lîst. Teror çêkir, pêşwazî kir û derbasî Sûriyê û herêmên din kir.

Îro piştî civîna Soçiyê ya di navbera Erdogan û Pûtîn de, beriya wê jî civîna Astana li Tehranê, Tirkiyê êrişên xwe yên barbarî li dijî herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca tirsandina şêniyan û têkbirina ewlehiyê zêde kirin. Ev ewlehî di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de di encama tevlêbûna hemû pêkhate û kêmneteweyên herêmê de pêk hat. Ev ne li gorî pergalên nijadperest e ku siyasetên xwe yên nijadperest li ser hesabên gelên din pêk tînin, mîna Tirkiyê û dewletên din.

Êrişên hewayî yên Tirkiyê bi rêya balafirên şerê û yên bêmirov, armanca wê ya sereke, tirsandina gel e û têkbirina rêveberiya wê ya ciwan e ku vîna gel ji xwe re esas girtiye. Bi wê tenê nekir, lê belê ji bo pêkanîna planên xwe yên dagirkirinê, balafirên şer, çekên giran û komên terorîst jî bi kar anîn û bi rêya wan sivîl kir hedef. Da ku vîna gel û hêzên wê bişikîne ku nirxên mirovahiyê li şûna cîhanê giştî, ji rêxistina herî terorîst DAIŞ`ê parastin û ew tune kir. Dewleta Tirk bi rêya van êrişên barbarî, dixwaze tola wê binkeftinê hilîne.

Ev helwesta Tirkiyê ya piştevanê terorê ne tenê li ser Rêveberiya Xweser lê belê li ser cîhanê bi giştî xeter e. Êdî Tirkiyê bi hovîtiya xwe ya siyasî hewl dide dagirkirina xwe firehtir bike. Ev firehbûn li ser herêmê û dê di pêşerojê de li ser dewletên Ewropa û yên din jî tehdîd be. Erdogan beriya çend salan ev yek di daxuyaniyên xwe de piştrast kiribû ku ewropî wê di nav aştiyê de nejîn. Piştre yekser li Paris, Berlîn, Brîtanya gelek êrişên terorîst pêk hatin. Ev yek li ser cîhana azad ferz dike ku li hember vê dewleta hovane bikeve nav liv û tevgerê.

*Gelek civînên navneteweyî li dar ketin mîna NATO li Madrîdê, civîna Tehran, Soçî. Erdogan bi rêya wan civînan xwest erêkirinê bi dest bixe da ku destwerdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Lê ev yek pêk nehat. Ruxmî gelek nîşane hene ku piştrast dikin wê ev erêkirin biriye, gelo çima dewletan ev derfet da Tirkiyê ku bi rêya balafirên bêmirov û çekên giran êrişî herêmê bike?

Helbet Erdogan erêkirina destwerdana bejahî bi dest nexist. Lê li beramber wê, Rûsya, Îran û heta Amerîkayê destûr dayê ku bi rêya balafirên bêmirov herêmên kurdî û QSD`ê bike hedef. Ev yek gelek nîşaneyan didin ku lîstikeke din û senaryoyeke din di aloziya Sûriyê de heye. Êdî ji her demê bêtir zelaltir bûye. Bi taybet rola Rûsya û siyasetên wê ku li ser bazaran ava bûne. Rûsya dixwaze zemînekê ji bo pêkanîna danûstandinan di navbera hikumeta Enqere û Şamê de ava bike, li ser hesabê opozîsyonê ku xwe radestî Tirkiyê kir û di destê wê de bû amûr. Her wiha Rûsya dixwaze rejîma Sûriyê li herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejîne mîna beriya 2011`an. Ji bo vê yekê xwe dispêre lihevkirinên berê yên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de di nav de lihevkirina Edene ya 1998`an.

Tevî ku têkilî di navbera Tirkiyê û Sûriyê de qut nebûne, lê îro dikevin pratîkê. Her du alî li ser xaleke bingehîn li hev kiriye ew jî şerê li dijî QSD û Rêveberiya Xweser e li rex ku ihtîmal heye ev xal firehtir bibe. Li Astanayê li ser hatibû li hevkirin. Siyasetên Amerîkayê jî ne zelal in li hember van geşedanan. Li aliyekî desteka QSD`ê dike lê li aliyekî din Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas nake. Her wiha li hember êrişên barbarî yên Tirkiyê bêdeng e ji ber ku hevalbendê wê ya NATO`yê ye. Ruxmî ku dikare roleke mezintir di vî warî de bilîze. Lê ev nîşan dide ku projeyeke Amerîkayê heye lê pêwîstiya wê bi afirandina tevliheviyeke bêtir li herêmê heye da ku senaryoyeke din li hember senaryoya Rûsya, Îran, Tirkiyê û rejîmê ferz bike. Wê li hember planên Rûsya piştgiriyê bide hêzên sûrî yên li dijî normalîzekirina têkiliyan di navbera Tirkiyê û Sûriyê de. Yanî dê hêzeke şoreşgerî ya rastîn ava bike ku bi QSD`ê re koordîne bike û têgeha şoreşê vegerîne xeta wê ya rast. Tabî wê li gorî berjewendiyên xwe vê yekê bike. Li gorî nêrîna min, aloziya Sûriyê wê derbasî qonaxeke din bibe, ji ber hêzên navneteweyî bi serkêşiya Amerîkayê têgihiştine xeteriya plana Rûsyayê û Îranê li ser projeya wê ya Rojhilata Navîn a Nû.

Der barê êrişên bi balafirên bê mirov de bawer im li gorî tiştên min li jor bi bîr xistine, wê Amerîka erêkirina êrişan di demeke nêz de paşde bikişîne.

*Li dijî bajarê Kobaqnê ku bi bajarê berxwedana cîhanî tê naskirin di 16`ê Tebaxê de êrişên bi balafirên şer pêk hatin. Gelo çima Kobanê?

Erê rast e çima Kobanê?

Cîhan li ser êrişa komên terorîst li dijî bajarê Kobanê şahid bû. Wan koman bi desteka Tirkan û serokê wan Erdogan êriş kir ku rojane derdiketin ser çapemeniyê û digot wê Kobanê di çend saetan de bikeve. Bi rastî ew kom bi pêş de çû û ji sedî 90`ê bajêr kontrol kirin. Lê berxwedana destanî ya YPG, YPJ bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî Terora DAIŞ û komên din ên girêdayî Tirkiyê, beşdarbûna 150 pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, Kobanê kir sembola berxwedana destanî ku taybetmendiyeke cîhanî da berxwedana YPG û YPJ`ê û di rojnameyên cîhanî de bûn manşêt. Wan pesna vê berxwedanê da. Ev ji bo Erdogan û komên wî yên terorîst binkeftinek bû. Ew bi van êrişên xwe yên îro, hewl dide tola xwe ji bajêr hilîne û sembola berxwedanê ku Kobanê pê hat naskirin têk bibe.

*Dewleta Tirk a dagirker nuqteyên leşkerî yên artêşa Sûriyê li ser sînor hedef girtin, lê hikumeta Şamê tu daxuyanî û bersiv li hember wê yekê neda, tevî ku ew berpirsa parastina sînor e. Hûn helwesta wê çawa dinirxînin?

Sûriyê bûye para hêz û aliyên navneteweyî û herêmî ku li ser erdê xwedî biryar in. Hikumeta Şamê jî para Rûsyayê ye, ji ber ku berjewendiyên Rûsyayê bi Tirkiyê re hene. Bêguman hikumeta Şamê nikare tu bersivê bide, ne niha û ne jî berî çend salan gava Tirkiyê Bab, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Li aliyekî din jî sedema vê bêdengiyê ew e ku peyman û lihevkirin di navbera herdu aliyan de hene wek peymana Edene ya ku hevbeşiya berjewendiyên wan ên li dijî doza Kurdî nîşan dide. Heta niha jî hevdîtinên îstixbaratî di navbera herdu aliyan de çêdibin, ev tê wateya ku hikumeta Şamê giringiyê nade parastina sînor bi qasî ku giringiyê dide razîkirina Rûsya û tevgerîna li gor berjewendiya wê, ji ber ku ew baş dizane hebûna wê bi Rûsyayê ve girêdayî ye.

*Du lihevkirinên pêkanîna agirbestê li herêmê di navbera Rûsya û Tirkiyê, Tirkiyê û Amerîkayê de hene. Lê Tirkiyê ji roja yekemîn ve ev herdu peyman binpê kirin û li hember wê Amerîka û Rûsya jî bêdeng in. Bi nêrîna we sedem çi ye? Niha çi tê xwestin?

Em îro di qonaxeke pir giring de ne, nexasim di aliyê guhertinên siyasî yên bilez de ku bingeha wê berjewendiyan û guhertina pîvanên hêzên û hevbendiyan e ku hemû lihevkirinên berê paşguh dike. Bi taybet tirkan ku siyasetên kirêt li dijî kurdan pêk tînin. Ji bo wê jî, her tiştî bi kar tînin. Tevî ku Rûsya û Amerîka dewletên garantor in lê berjewendiyên wan ên bi Tirkiyê re dihêlin ew bêdeng bimînin. Lê wekî min got; Tirkiyê nexasim rêjîma Erdogan dê bi Koalîsyona Navneteweyî re di qonaxeke dijwar re derbas bibe. Bi nêrîna min ev yek dê bi awayekî neyînî bandor li tirkan û kolana Tirkiyê bike.

*Çi ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk tê xwestin?

Di vê rewşa niha ya Sûriyê de ku gelek nakokî û lihevnekirinên li ser berjewendiyan hene, divê em dîplomasiyeke xurt bidin meşandin û gavên girîng ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe biavêjin. Li aliyekî din, divê em tevna civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurytir bikin, pêkhateyan ji hev nêzîk bikin û tu valahiyên di navbera QSD’ê û Rêveberiya Xweser û gel de nehêlin.

Her wiha divê hemû pêkhateyên herêmê ji siyasetên Tirkiyê yên dagirkirinê û yên ku ne tenê Kurdan, her kes dike armanc agahdar bin û li kêleka Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi yekrêziyekê bisekinin ji bo pêşerojeke geş ji Sûriyê re ava bikin.

Ez bang li pêkhateyên herêmê dikim ku ji bilî Rêveberiya Xweser û QSD’ê yên ku bi fedakariya xwe pêşeroja Sûriyê ya ronak misoger kir, baweriya xwe bi kesî neynin.

(şx-mh)

ANHA