Çawa kurdan dixin xefka torên ajan û sîxuran?

Dijminên gelê Kurd ji bo ku şoreş û serhildnan kurdan tune bike kurdên xayîn bi kar dianî. Niha jî dewleta Tirk a dagirker heman siyasetê dimeşîne da ku Şoreşa Rojava di hundir de têk bibe. Erdogan soza dewleta "Kûr" ji bo tunekirina hebûna leşkerî ya kurdan da.

Çawa kurdan dixin xefka torên ajan û sîxuran?
22 tebax, 2022   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser çawaniya avakirina torên sîxurtî û ajantiyê, çawa Kurd tev li karên îstîxbaratî dibin, kî destekê dide van toran da ku destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji holê rakin. Her wiha em ê balê bikişînin ser vê yekê ku çima Kurd dibin qurbaniyên van rêbazan, çawa şerê taybet tê meşandin û bûdceya ku ji bo vî şerî hatiye veqetandin çiqas e.

Dema avabûna medeniyetê, şer mîna êrişên di çarçoveyeke teng de bû ku li dijî komên mirovahiyê yên biçûk dihatin kirin da ku av an xwarinê bistînin. Şer bi wateya wê ya kilasîkî çaroveya wê teng bû û tîr û kevan dihatin bikaranîn.

Ji serdema sumeran an ku ji 5 hezar sal beriya zayînê ve hemû navendên hegemon torên çetêtiyê ava dikirin. Lê bi derketina têgeha dewletê ve, şer û nakokî xeteke din girt, ku kolekirina mirovan û pêşxistina rêbazên şerê ne kilasîkî xwe ferz kirin.

Her tim şoreş û serhildanan kurdan du xet digirtin. Ya yekemîn îradeya xurt e û ya duyemîn jî xeta xiyanetê ye ku heta roja me ya îro dewam dike. Dijminê gelê Kurd jî sûdê ji xeta duyemîn digire da ku kurdan tune bike.

Bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna azadî û rûmetê li Kurdistana mêtîngerkirî tê meşandin. Ev têkoşîn heman demê ji bo têbirina xeta xiyanetê ye.

POLÎTÎKAYÊN ŞIKANDINA ÎRADEYÊ

Di dîrokê de, dijminên gelê Kurd torên sîxurtî û ajantiyê di nava kurdan de ava kirin da ku şoreş û serhildanên wan têk bibin û siyasetên şikandina îrade meşandin. Di salên 20'î yên sedsala borî de dema ku Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe rabûn, nemaze piştî îmzekirina peyman û komployên li dijî wan, gelek kurdan îradeya xwe teslîmî kurdan kir û planên wan ên qirkirina gelê xwe pêk anîn.

JÊDERA XIYANET Û SÎXURTIYÊ

Şoreşên kurdan ên ji bo bidestxistina mafên xwe derketin, bêyî xiyanet û ajantî derbas nebûn. Xeta xiyanaetê ya ku heta roja me ya îro dewam dike jêdera xwe ji ajantiya Enkîdo û xiyaneta Herpetkos digre, dema êrişî apê xwe Împaratorê  Medyayê kir. Hesen Xeyrî jî dema Peymana Lozanê ev xet dewam kir, dîsa jî ev xet bi xiyaneta Diyab Axa li eşîrên kurdan di sala 1919'an de û xiyaneta Rêber li apê xwe Seyid Rîza di sala 1938'an de dewam kir.

Gotineke heye dibêje; heger ku bixwazî welatekî rizgar bike, 10 guleyan bixe demançeya xwe, 9 guleyan li xayînan û yekê li dijmin bide. Yanî ne ji xayînên di hundir de be dijmin nikare ji derve êriş bike. Ev got ji bo ajan û sîxuran ku hewl didin xencera jehrê li pişta gelê xwe bide, derbasdar e.

Di Şoreşa Rojava de, gelek xayîn û ajan derketin mîna Îbrahîm Biro, Ebdulbasit Seyda, Ebdulhekîm Beşar, Hesen Şindî û hwd.. Van kesan komên çete ava kirin ku ji bo dewleta Tirk a dagirker şer kirin û her tim hewl dan wêneya Rêveberiya Xweser reş bikin û dagirkirina bajarên Rojava rewa nîşan bidin.

Îstîxbarata Tirk sîxur an jî 'Tabûra 5'an'  an ku sîxurên veşartî ava dike ku beriya êrişên leşkerî û siyasî, çalakiyan pêk tînin, derbasî refên artêş an jî partiyeke siyasî dibin. Karê wan ajantî, xirabkirin, propagenda, sorkirin, lîstina bi hestan, danîna kordînatan li ser cihên fermandar û kesayetên girîng e.

Têgeha "Tabûra 5'' yekemîn car piştî şerê navxweyî yê li Spanyayê di sala 1936-1939'an de derket, dema  general Emilio Mola got: "Çar tabûrên min hene ku ber bi Madrîdê ve diçin û ya pêncemîn dê ji hundurê bajêr bixwe rabe."

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ CEHŞ

Li Iraqê jî bi hezaran xayîn û ajan di bin navê "Cehş" de hatin avakirin. Piraniya kesên tev li van koman bûn, Kurd bûn da ku li dijî şoreşa pêşmerge li çiyayên Kurdistanê şer bikin.

Di salên 1961-1970'î de ev komên çete hatin pêşxistin û bi fermandariya koma çiyayî ya li Mûsilê ve hat girêdan. Sîxurên vê komê beşdarî bi dehan şerên li hemberî kurdan bûn.

Cehşên Kurd ên çete dema rejîma Sedam Hisên di bin rêveberî û sponseriya artêş û hikumeta Iraqê de komkujî û kiryarên herî hovane li dijî kurdan pêk dianîn. Di wan de hemû sîfetên xirab de hebûn, dizî, revandin, qetilkirin û zilm dikirin.

LI ŞÛNA DERSAN JI DÎROKÊ BIGIRIN, BI DAGIRKERAN RE BÛN HEVKAR

Endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) lêkolîner Yûsif Mistefa diyar kir ku Sedam Hisên bi hezaran cehş ava kirin da ku wan di şerê li dijî Mele Mistefa Barzanî bi kar bîne.

Her wiha destnîşan kir ku osmaniyan, Şêx Ebdulselam Barzanî yê ku di salên 1908-1914'an de ji bo xizmeta doza kurdî xebitî wekî ajanekî derve nîşan da û li Mûsilê hat darvekirin û got: "Li şûna ku neviyên wan dersan ji dîrokê bigirin, lê em dibînin ku îro bi dagirekran re dibin hevkar.''

AJAN Û SÎXUR BI SERBESTÎ LI BAŞÛR TEVDIGERIN

Mistefa her wiha got: "Heger em pirsa dewleta Tirk li her parçeyên Kurdistanê bikin, wê bersiv ev be ku dijminê gelê Kurd e û kalikên wan qetil kir. Lê îro jî li Başûrê Kurdistanê pê re hevkar e. Zêdetir 100 nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê li wir hene. Ji bilî wê ajan û sîxur hene ku bi serbestî tevdigerin û ziyanê digihînin gelê Kurd."

BAKURÊ KURDISTANÊ

Li Bakurê Kurdistanê jî bi destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê re di 15'ê Tebaxa 1984'an de rewşeke cûda derket. Piştî ku Tirkiyê bi bin ket bi deh hezaran çete bi navê "Qurocî" ava kirin

Dewleta Tirk ev kom di sala 1985'an de ava kirin. Endamên wê sivîlên ji herêmên kurdan ên Bakurê Kurdistanê ye. Armanc ji avakirina van koman ew e ku di şerê li dijî PKK'ê alîkariyê bidin dewleta Tirk. Piraniya kesên ku ji vê komê bi zelalî hatine hilbijartin ku erdîngariya herêmê nas dikin. Kesên ku qebûl nedkirin beşdarî van koman an ku "Quroçiyan" bibin, gundên wan hatin şewitandin û dihatin koçberkirin.

'BI RÊBAZÊN SIYASETA OSMANÎ YA KEVN HEWL DIDIN KURDAN TUNE BIKIN'

Yûsif Mistefa pêşketina ajan û sîxuran bi destpêkirina şoreşa li Kurdistanê ve girêda û anî ziman ku Kurd di nav tirkkirina spî de  hatin asîmîlekirin û rê li ber wan hat vekirin ku bibin ajan û sîxurên dewleta Tirk.

Mistefa bi domdarî gotin: "Dijminê gelê Kurd di sorkirina kurdan li hemberî hev de heta astekê bi ser ket, wan di nava refên 80 hezar qurociyan de û bi navê parastina gundên kurdan bi rêxistin kirin, wan bi pereyan bi kar anîn da ku wan di êrişên xwe yên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi kar bînin. Di encamê de gelek welatî û şervan şehîd bûn. Ev siyaset kevn e ku di serdema Osmanî de hat bikaranîn."

Yûsif Mistefa diyar kir ku dijminê gel Kurd di şerê xwe de bi ser neket, ji ber vê yekê çeka "Kurd li hemberî Kurd" bi kar anî da ku şoreşê di hundirê de têk bibe.

'TEV LI TEVGERÊ BÛN DA KU TÊKOŞERAN TESFIYE BIKIN'

Mistefa diyar kir ku ew sîxur û ajan hatin birêxistinkirin û di odeyeke tarî de hatin perwerdekirin, piştre ew ber bi refên Tevger Rizgariya Kurdistanê, qada siyasî û civakî ve şandin û got: "Wan sîxur û ajanan wekî ku dê tev li tevgerê bibin xwe nîşan dan, lê di rastiyê de ji bo tesfiyekirina kesayetên fermandar ên têkoşer tev lê bûn."

Mistefa her wiha îşaret pê kir ku rêber Abdullah Ocalan gelek sîxur keşif kirin, wan sîxuran li xwe mikur hatin ku ew girêdayî dijminê gelê Kurd in û li ser karê ku kirine poşman bûne, piştî ku nas kirin ku ketin xefka dewleta Tirk ku wan li dijî gelê wan bi kar anîn.

AN WÊ BIBIN SÎXUR AN WÊ WERIN REŞKIRIN

Têkildarî rêbazên ku dewleta Tirk a dagirker bi kar tîne dema ku sîxur û ajanan ava dike, lêkolîner Yûnis Mistefa wiha got: "Kurd di nav de yên welatparêz digirin, li wan didin. Her wiha gefan li jinan dixwin ku wê wêne û dîmenên wan ên guncaw belav bikin. Wan di navbera du bijardeyan de, an wê wekî sîxur kar bikin an jî wê werin reşkirin de dihêle ku divê yek ji van herduyan hilbijêrin."

Dewleta Tirk sûd ji rewşa zehmet a debarê ya welatiyan girt û wan bi pereyan xapand, bi vê rêbazê kurdan bi aliyê xwe ve dikişîne. "Qurocî" tevahî desteka madî û manewî digire û çekan digirin da ku li dijî gelê xwe yê Kurd bi kar bînin. Ev siyaset ku li Bakurê Kurdistanê derket pêş, niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê meşandin.

Derbarê vê yekê de Mistefa wiha got: " Me dît çawa xelek penaber bûn, me dît çawa ukranî vegeriyan û ji bo parastina welatê xwe çek hilgirtin. Yên ku çûn derveyê welat dikarin têkiliyên siyasî û dîplomasî ava bikin ku xizmeta welat û doza wan bike, mîna cûhiyên ku cîhanê belav bûne."

'TU BÛYÎ KOLE, LÊ TU NIZANÎ'

Şerê nazik ku dijmin li Kurdistanê pêş xistiye mîna şikandina îradeyê, şerê sar û kuştina hêdî kurdan ji cewherê wan derxist ku dijmin xwe wekî dijmin nabînin. Rêber Abdullah Ocalan ji vê yekê re dibêje "Koletiya dildarî" an ku "Tu bûyî kole lê tu nizanî".

LÊÇÛNA ŞERÊ TAYBET KÊMTIR E

Mistefa li ser şerê taybet û yê çekdarî diyar kir ku lêçûna şerê taybet kêmtir e, şerê taybet mejiyê civakê, mezin û biçûkan dike hedef û got, bi pisporî bi rêya medyayên dîjîtal di odeyeke tarî ya şerê taybet de wêneya Rêberiya Xweser reş dikin.

Bi perçebûna Kurdistanê û gûrbûna pirsgirêka Kurd re, di sala 1926’an de Meclisa Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MEH) ji aliyê serfermandarê giştî Fewzî Çakmak ve hat damezrandin. Di sala 1965'an, serokkomarê Tirk Îsmet Înonu navê meclisê kir Dezgeha Îstixbarata Neteweyî ''Milli İstihbarat Teşkilatı'' an ku MÎT.

Her wiha JITEM Cenderme û Îstîxbarata Dijî Terorê an jî ( Dezgeha Îstixbarat) ava kirin . Ev dezgeh di sala 2005’an de bi awayekî fermî hate avakirin, lê koka wê vedigere salên 80'ê. Rola van dezgehên îstixbaratê di avakirina torên ajan û sîxuran de li Kurdistanê hebû.

Dezgeha îstixbarata Tirkiyê (MÎT) bi awayekî bi bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite, rêbazên şerê taybet ên neexlaqî di nava civakê de dimeîne, propagendaya hişbirê û fihuşê dike, pereyan dixe dorê da ku ciwanan bixapîne û wan ji bo çalakiyên sîxurtî û ajantiyê bi kar tîne.

KORDÎNATAN DIDIN ÎSTÎXBARATAN

Dewleta Tirk sîxurên xwe derbasî hundirê saziyên Rêveberiya Xweser, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin da ku kordînatan li ser kesayet an cihên girîng bidin wan û wan bi balafirên xwe bike hedef.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê vê dawiyê toreke sîxur û ajanên ku ji bo MÎT'ê dixebitin, bê bandor kir. Eger  mirov hin mînakên vê yekê bişopîne wê nas bike ku çawa ev rêbazên qirêj bi kar dianîn da ku îrade û rihê manewî yê gel derbe bikin. Ev siyaset li ser esasê sîxurtî, fihuş, hişbir û propagendaya hişbirê tê kirin.

Ji erkên ku sîxur û ajnan dikin, çavdêriya fermandar û kesayetên welatparêz dikin, mayînan di erebeyan de bi cih dikin, cihan nîşan dikin an ku nameyan dişînin da ku dagirker karibin bikin hedef. Her wiha kesên din di saziyên sivîl û leşkerî de bi cih dikin da ku agahiyên zelal û hesas bigirin, fitne û parçebûnê çêbikin, agahiyên derewam belav dikin, gendelî, bê exalqî û hişbirê belav dikin.

DI ODEYEKE TARÎ DE TÊN PERWERDEKIRIN

Lêkolîner Yûsif Mistefa diyar kir ku Tirkiyê sînorê xwe li ber penaberan vekir, bi taybet ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ev yek ne ji valahiyekê hat. Şer, rewşa aborî dirûxîne, ji ber vê yekê şênî neçar dimînin ku li karekî bigerin da ku debara xwe bi cih bînin, heger miqdareke pere were ber destê wan, red nakin."

Her wiha destnîşan kir û ajan û sîxur di odeyeke tarî ya îstîxbaratê de tên perwerdekirin, piştre wan dişînin Rojava da ku di saziyên leşkerî û sivîl de kar bikin û agahiyên îstîxbaratê bidin dagirkeriya Tirk.

Mistefa îşaret pê kir ku rêbazên din ên amadekirina sîxuran di nava îstîxbaratan de hene û got, ev rêbaz bi têkiliyên bi rêya whatsapp re çêdibe, destpêka wêneyan li beramberî bi sedan dolaran ji wan dixwazin û li beramberî her agahiyek an kordînateke qetilkirina kesan pere zêdetir dibin.

Ji bo pêşîgirtina li ber torên ajan û sîxuran lêkolîner Yûsif Mistefa ev tişt anî ziman: "Divê civak di aliyê dîrok, siyasî, civakî û çandî de were perwerdekirin, divê dijminê xwe baş nas bike ku di radeya yekemîn de hebûna civakê dike hedef."

Li gorî raporeke rojnameya lêkolînan a Swêdê, ku di Tebaxa 2021'ê de hatibû weşandin, Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê di bin bendê "Lêçûnên Xizmeta Nepenî" de 495,4 milyon lîreyên Tirkiyeyê xerc kir û sermayê wê derket 32,7 milyar lîreyî û li gor sala 2020'an ji sedî 92 zêde bû.

Li gorî rojnameyê, di sala 2018'an de tenê 3.8 mîlyar lîre sermiyanên enstîtuyê hebû, lê ajans di nava du salan de bû saziyek dewlemend û serweta xwe gihandiye 32,7 milyar lîreyan ku di demeke kin de ji sedî 761 zêde bû.

Pereyên gihiştin ajansê nîşaneke din e ku çawa hikumeta Recep Tayyîp Erdogan zêdetir xwe dispêre îstixbaratê da ku dijberên xwe yên siyasî bitirsîne û operasyonên veşartî li derveyî welêt bike, ji ber ku wî Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts wekî piştgirî ji rejîma nû ya îslamî ya neteweperest a Tirkiyê re bikar aniye û bi berdewamî sîxuriyê li rexnegirên li Tirkiyê û derveyî wê dike.

'DI KÊMKIRINA ENFLASYONÊ DE BI SER NEKET'

Lêkolîner û endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Yûsif Mistefa got: “Di 20 salên borî de asta enflasyona aborî ya Tirkiyê ji sedî78,6 zêde bûye û vê bilindbûnê bandoreke mezin li Tirkiyê kiriye û aboriyê hilweşand. Di sala 2002'yan de dema ku Erdogan gihişt ser desthilatdariyê aboriya Tirkiyê gelek zehmetî kişandin, Erdogan got, ew ê bi rêya plan û projeyan aboriyê pêş bixîne, lê di kêmkirina enflasyonê de bi ser neket.''

Mistefa bal kişand ser rewşa debarê li Tirkiyê û diyar kir ku bihayê gaz, petrol û genim zêde bûye û bihayê veguhestinê ji sedî 12,99 zêde bûye û bihayê madeyên xwarinê gihişt ji sedî 33,70.

Beriya ev enflasyon di aboriya têkçûyî ya Tirkiyê de çêbibe dolarekî amerîkî li beramberî 2 lîreyên tirkî bû, lê niha dolarek bûye zêdetirî 17 lîreyên tirkî. Mistefa li ser vê yekê wiha dibêje: “Ev tablo nîşan dide ku Tirkiye di krîzeke mezin a aborî de ye, carna bi rêya pereyên ku di xezîneyê de dihatin kişandin jî çareyên awarte pêşkêş dikin, lê bê encamek, rewşa aborî ya xelkê krîtîk e, gelek gazincên niştecihan hene ku nikarin tiştekî bikirin, ji ber bihayê pêdiviyên jiyanê zêde bûye."

Mistefa destnîşan kir ku sedem jî ew e ku budceya dewletê ji xercên artêşê re diçe.

Lêkolîner budceya Tirkiyê ya ku di salên 90'î de ji bo artêşê dihat xerckirin û di salên 20'î de dan ber hev û wiha got: "Di sala 1990'î de budceya artêşê 5 milyar û 315 milyon dolar bû, di sala 1999'an de jî bû 9 milyar dolar û 952 milyon dolar.''

Li gorî lêkolîner Yûsif Mistefa, piştî ku Erdogan hat ser desthilatdariyê ku qirkirina kurdan xiste rojeva xwe, bûdceya artêşa dagirker gihişt 12 milyar dolaran û piştî ku ket xeta aloziya Sûriyê û piştgirî da komên çete artêş bûdceya sala 2020’an 17 milyar û 72 milyon dolar derbas kiriye û di sala 2022’an de bûdce gihiştiye 23 milyar û 4 milyon dolaran.

LI SER HESABÊ GELÊ BIRÇÎ

Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk budceya artêşê li ser hesabê gelê birçî bilind dike û beşeke mezin ji vê bûdceyê dikeve xizmeta rêxistinkirin û perwerdekirina ajan û sîxuran. Her wiha destnîşan kir ku ji bo wêneyekî, agahiyeke biçûk an kordînatekê bi sedan dolar dide ajan û sîxurên ku jê re dixebitin û wiha got: "Tu kes nikare hesab ji  Erdogan bipirse, ji ber ku Erdogan soza dewleta kûr daya ji bo dawî li hebûna kurdan bîne. Lêçûna vî şerî bi milyonan dolar e. Ev miqdara gelekî mezin piştrast dike ku Tirkiye di krîz û tengasiyeke aborî de ye ku wê ber bi ketinê ve dikişîne."

Yûsif Mistefa anî ziman ku polîtîkayên dewleta Tirk li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya leşkerî ye, eger di warê leşkerî de bi ser ketibûya, wê ji salên 80'î û vir ve bi ser ketibûya û wiha pê de çû: "Di demeke nêz de, em ê bibin şahidê hilweşîna tevahiya aboriya Tirkiyê. Ji bo ku Tirkiye ji vê tengasiyê derkeve tenê rêyek heye, ew jî lihevkirina bi kurdan re, vegera li hevdîtinên aştiyê yên di sala 2013'an de hatin kirin û çareseriya pirsgirêka Kurd e."

ANHA