Kawa Nadir: Sedema xwepêşandanên li Iraqê gendeliya hikumetê û şerê desthilatê ye

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir diyar kir ku xema desthilata Başûrê Kurdistanê ew e karînên gel kontrol bike û pereyan kom bike. Kawa Nadir anî ziman ku sedema xwepêşandanên li Başûr û Iraqê gendeliya hikumetê û şerê li ser desthilatdariyê ye.

Kawa Nadir: Sedema xwepêşandanên li Iraqê gendeliya hikumetê û şerê desthilatê ye
21 tebax, 2022   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber nebaşbûna rewşa debarê, qeyrana aborî, bilindbûna nirxê madeyan û derengxistina mûçeyên karmendan, zextên li ser rojnamevan û çalakvanan, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê xwepêşandan li dar dikevin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) desthilata Başûrê Kurdistanê kontrol dike û bi tenê deriyên sînor û peymanên petrolê bi rêve dibe.

DU SEDEMÊN XWEPÊŞANDANAN HENE

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir di hevpeyvînekê li gel ajansa me de ev xwepêşandan nirxand.

Kawa Nadir diyar kir ku du sedemên xwepêşandanan hene û wiha domand: "Sedema yekemîn gendelî û bêxemiya hikumeta herêma Kurdistanê ye, her wiha binpêkirina mafên siyasetmedaran di derbirînê de û sedemên aborî hene. Sedema din jî nakokiyên di hundirê hikumetê de û nakokiyên di navber sune û şîe de ne."

Kawa Nadir diyar kir ku li Iraqê şîe dabeşî du beşan bû û wiha domand: "Ev her du aliyên şîeyê dixwazin desthilatdariyê kontrol bikin. Xwepêşandanên ku li Iraqê li dar dikevin piraniya wan ji ber şerê li ser desthilatê ye. Wekî hûn dizanin Îran û Amerîka di nava nakokiyên kûr û domdar de ne. Ev nakokî li ser kotaya Iraqê ne û kota di navbera wan de hate parvekirin. Lê Îranê xwest para Amerîkayê ya di desthilatê de bi rêya Adil Ebid El Mihedî derbas bike. Her wiha Amerîka xwest para Îranê di hilbijartinên dawîn yên Iraqê de derbas bike ku gelek par dabû aliyên alîgirên Îranê. Bi vê yekê di hevsengiyên hikumetê de bi taybet di navbera şîe û aliyên din de pirsgirêk çêbûn û tu encam bi dest nexistin, li şûna ku hevsengiyekê biafirînin pisgirêk zêdetir bûn."

Têkildarî xwepêşandanan jî, Nadir got: "Ya ku qewimî, Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê parlamento dorpêç kir û êrişî herêma Kesk kir. Bûyerên ku rû didin encamên hilbijartinên parlamentoyê yên 10'ê Cotmeha 2021'an e. Wekî ku min di destpêkê de jî got, hilbijartinên ku sala nû pêk hatine nakokî di navbera hêzan de ava kir û gel bû qurbanê berjewendiyên wan hêzan. Tevgera Sedr gelek kursî di parlamentoyê bi dest xistin, lê jê vegeriya, niha jî dixwaze vegerîne. Ev ne li gorî berjewendiyên wî ne, lê dixwaze wisa bike û dixwaze destûreke nû, rêveberiyeke nû saz bike û sîstema federal hilweşîne û ya navendî vegerîne. Alîgirên Sedr jî gendelî ne, ev nakokî xizmeta berjewendiyên wan dike, lê xizmeta gel nake, her yek ji wan dixwaze desthilata xwe ferz bike."

GENDELIYA HIKUMETE SEDEMA XWEPESANDANAN E

Derbarê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de jî Kawa Nadir ev nirxandin kir: "Li hember hemû xwepêşandêran rêzdar im, lê sedema van xwepêşandanan gendeliya di hikumeta herêmê de ye. Hin aliyên li herêmê dixwazin xwepêşandanan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û li derdora daxwazên gel dizîvirin. Daxwazên van xwepêşandanan bi daxwazên xwepêşandanên li herêmên Iraqê li hev tên."

Nivîskar û çalakvanê siyasî Kawa Nadir diyar kir ku daxwazên xwepêşandêran rewa ne, lê desthilata herêmê ne rewa ye, ku tu girîngiyê nade nêrînên gel û li dawazên wan guhdar nake, her wiha mafên hemwelatîbûnê nade welatiyan û gelek mafan li ser wan ferz dike.

Kawa Nadir bi domdarî got: "Xema yekane ya rayedarên desthilatdariyê petrol, teqlîdkirina dewletên Kendavê, desteserkirina karînên gel û komkirina pereyan e.  Li vir gel dibe qurban û di nav xizantiyeke dijwar de ye, her wiha doza kurdî jî fatoreya vê yekê dide."

'HIKUMTA HERÊMÊ ZIYAN GIHAND GELÊ KURD'

Kawa Nadir îşaret pê kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji destpêka şerê çekdarî yê li çiyayên Kurdistanê ve ziyan gihand gelê Başûr û niha jî li gorî feraseteke paşketî ku ji salên 1980`î de li ser wê hatiye avakirin, tevdigere. Her wiha hewl dide paşketinê di nava gelê herêmê de belav bike."

Di dawiya axaftina xwe de nivîskar û çalakvanê siyasî Kawa Nadir got gelê Başûrê li hemberî du gefan rû bi rû ye û wiha anî ziman: "Gefa yekemîn ew hêza ku dixwaze hêzên kurdistanî kontrol bike ye û ya duyemîn jî desthilatdarî û partiyên siyasî ne ku zilmê li gel dikin û derfetên kar lawaz dikin, kesayeta mirovê Kurd di civakê de dirûxînin. Ji ber ev siyasetên ku li ser têne ferzkirin gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê di rewşeke xirab de ye."

ANHA