Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldaneke çeteyan a ketina Eyn Îsayê têk bir

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê pûç kir.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldaneke çeteyan a ketina Eyn Îsayê têk bir
21 tebax, 2022   05:44
EYN ÎSA

Duh di saetên derengiya şevê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundê Mişêrfê yê navçeya Eyn Îsayê.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ev hewldan têk bir.

Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Cedîda, Fatsa, Mişêrfê, Hîşê û derdora navenda navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.

ANHA