Ji rêveberiya Kampa Roj hişyarî: Dê bi êrişên dewleta Tirk re çeteyên DAIŞ´ê ji kampê birevin

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş derfetê li pêş revîna çeteyan DAIŞ´ê vedikin.

Ji rêveberiya Kampa Roj hişyarî: Dê bi êrişên dewleta Tirk re çeteyên DAIŞ´ê ji kampê birevin
20 tebax, 2022   11:58
QAMIŞLO

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê ya kantona Qamişloyê îro bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan piştgiriya çeteyên DAIŞ dike ku li kampên Roj û Holê ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.

Endama rêveber a Kampa Roj Fereh Hemdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker careke din li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe û li hemberî vê yekê dewletên li gorî peymana 2019`an li herêmê hêzên garantor in, helwest û daxuyaniyên şermok nîşan didin."

Koalîsyona Navneteweyî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên dawî yên li dijî Navenda Perwerdeyê ya NY`yê ya li gundê Şemoke yê Hesekê şermezar kir, lê tê de qet behsa dewleta Tirk nekir.

Di encama wê êrişê de ku 18`ê Tebaxê pêk hat, 4 zarok şehîd bûn û 11 birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî çeteyên DAIŞ´ê di çarçoveya hemleya Baxozê de têk çûn, gelek malbatên DAIŞ berê xwe da Kampên Hol û Roj ku her du jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê tevahî xeteriyeke mezin çêdikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li pêşiya çeteyên DAIŞ vedike ku careke din li Sûriyê xwe bi rêxistin bikin. Di heman demê de çavdêriya ji kampê re qels û kêm dike. Dê bi wê re jî çeteyên li kampê hewl bidin birevin."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bandorê li ewlehî û îstiqrara herêmê dike, hate şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û civata navneteweyî hate kirin ku li dijî van gefan bisekinin û bi erka xwe ya exlaqî, qanûnî û mirovî rabin, ji ber ku bêdengiya civata navneteweyî erêkirina van derbeyan e û şîrikê wê ye.

(eh)

ANHA