Li gundekî Idlibê cenazeyê jinekê û yê hevserê wê hatin dîtin

Vê sibehê cenazeyê jinekê û yê hevserê wê li pêş mala wan a li gundekî Cebel Semaq ê li bakurê Idlibê hatin dîtin. Hate zanîn ku her du hevser durzî ne ku di demên dawîn de rastî sûcên çeteyên Hizb Tirkistanî tên.

Li gundekî Idlibê cenazeyê jinekê û yê hevserê wê hatin dîtin
20 tebax, 2022   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku vê sibehê cenazeyê jinekê û hevserê wê yên ji pêkhateya durzî ku bi guleyan hatibûn kuştin, hatin dîtin. Cenaze li pêş mala wan a li gundê Kefteyn ku gundekî Cebel Semaq ê bakurê Idlibê ye, hatin dîtin.

Welatiyên gundên Cebel Semaq ên Idlibê ku piraniya wan durzî ne, ji hêla çeteyên "Hizb Tirkistanî" ve rastî sûcên etnîk tên. Herî dawî jî çeteyên wê ketin navenda perestegeheke durziyan a li gund û bi çekan gef li wan xwarin.

Çeteyên ‘Hizb Tirkistanî’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser gelek malên durziyan de girt û li kesên tê de da, mal û milkên wan talan kirin.

(fr)