​​​​​​​Mihemed Berkel: Hikumeta Şamê berpirsa êrişên li ser herêmê ye

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk rexne kir û bang lê kir ku helwesta xwe ya li hemberî topbarana artêşa Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal bike.

​​​​​​​Mihemed Berkel: Hikumeta Şamê berpirsa êrişên li ser herêmê ye
20 tebax, 2022   03:42
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên bêmirov û yên şer êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Ruxmî ku 16`ê Tebaxê di encama êrişeke hewayî ya artêşa Tirk a li dijî baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li rojavayê Kobanê de leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, lê dîsa jî  tu helwest li hemberî vê yekê nîşan nedan.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji 2016`an ve bi hemû cureyên çekan û balafiran êrişî herêmên me yên bi saya şehîdan hatine rizgarkirin, dike û li hemberî van êrişan jî bêdengiyeke navneteweyî heye."

Berkel destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di halê hazir de di krîzeke hundirîn re derbas dibe, Erdogan jî beriya lidarxistina hilbijartinên li welêt hewl dide gel bi rêya berfirehkirina rûbera dagirkeriyê dengê gel qezenc bike. Her wiha gel bide îqna kirin ku welatê wî xurt e bi wê re serweriyeke mezintir bi dest bixe.

Berkel da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li pêşberî çavên civata navneteweyî, hikumeta Şamê û dewletên li herêmê xwe wek hêzên garantor dibînin, bi çekên giran herêmê dike armanc.

Berkel destnîşan kir ku dewletên garantor de li ser hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê maf dane dewleta Tirk ku êriş bike da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel hikumeta Şamê berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê dît û got: "Ruxmî hêzên hikumeta Şamê li ser sînor hene, lê dîsa jî li hemberî van êrişan bê deng e."

Mihemed Berkel diyar kir ku divê hikumeta Şamê li hemberî topbarana dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke zelek nîşan bide û li qadên navneteweyî zextê li ser bike ku sînorekî ji topbaranê re deynin.

(eh)

ANHA