​​​​​​​Li Qamişlo kesên nenas bombe avêtin erebeyekê

Li taxa Wista ya bajarê Qamişlo kesên nenas bombeyek avêtin erebeyekê. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

​​​​​​​Li Qamişlo kesên nenas bombe avêtin erebeyekê
19 tebax, 2022   21:17
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dane nûçegihana me, li taxa Wista ya Qamişloyê  kesên nenas bombeyek avêtin erebeyekê û reviyan.

Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Bûyer li herêma navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û deverên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de qewimî.

ANHA