​​​​​​​Kombenda Efrîn a Civakî civîna xwe ya 6 mehan li dar xist

Bi beşdarbûna bi sedan kesî, Kombenda Efrîn a Civakî civîna xwe ya 6 mehan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo li dar xist

​​​​​​​Kombenda Efrîn a Civakî civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
19 tebax, 2022   16:07
QAMIŞLO

Kombenda Efrîn a Civakî di sala 2019`an de bi armanca çareserkirina pirsgirêkên hemwelatiyên koçberên Efrînê hat avakirin.

Kombendê îro civîna xwe ya 6 mehan bi dirûşmeya `Berxwedan misogeriya vegera Efrînê ye` li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şexo ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan şêniyên ji bajarê Efrînê, hevserokên TEV-DEM`ê Xerîb Hiso û Rûken Ehmed, endamê Komîteya Perwerdê ya Meclisa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê Hêvî Mistefa, partiyên siyasî, endamên Kongra Star û endamên Meclisa Malbatên şehîdan beşdarî civînê bûn.

Civîn ji aliyê endamên rêveber ên Kombenda Efrîn a Civakî Diyala Henan û Hisên Nehsen û Îbrahîm Hesen vet ê birêvebirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin hate dest pê kir.

Di civînê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî.

Hiso di axaftina xwe de geşedanên dawî nirxandin û bal kişand li ser bazarên navneteweyî yên li dijî gelên herêmê û projeya wê ya demokratîk. Her wiha anî ziman ku rêya yekane ya têkbirina dagirkiriyê berxwedan e.

Piştre xebatên 6 mehan ên kombendê hatin nirxandin û ji bo pêşxistina wê pêşniyar hatin kirin.

Di komxebatê de dayika Fatima Şiyar daxuyaniyek xwendin û wiha got:

"Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê (Çiyayê Kurmênc) û dagirkirina piraniya erdnîgariya wê di 18`ê Adara 2018`an de, bû sedema tevgereke mezin a koçberiyê ber bi kantona Şehba ve. Ev koçkirina bi darê zorê û rûniştina bê plan gelek pirsgirêk ji xelkê Efrînê re yên ku li wan deverên navborî dijîn re çêkir ku pêwîstî bi rêxistinkirin û hêsankirina jiyana wan û karûbarên civakî heye. Ev koçkirina bi darê zorê bû sedem ku gelek şêniyên Efrînê nikaribin belgeyên xwe yên takekesî yên pêwîst, weke kartên şexsî, deftera malbatê, belgeyên mal û milkê bînin. Em ji bo avakirina sîwaneke civakî ya berfireh ji bo gelê Efrînê û Şehba yên ku li herêma Cizîrê ne, kar bikin da ku pêwendiyek ku wan têde dihewîne ava bikin, karûbarên wan ên civakî birêxistin bikin û li ser berhevkirinê kar bikin. Piştî çend hewldanan me karî em vê kombendê ava bikin ku hemû şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên wê yên li herêma Cizîrê û ji bajar û gundên cuda yên kantonên pêk tê. Ev kombend dê bibe saziyek  xizmetkirina hemû welatiyên herêma Efrînê, ji aliyê olî, birêxistinkirin û hêsankirina jiyana wan, dayîna belgeyên nasnameyê yên pêwîst ve, her wiha ji bo parastin û vejandina mîrata dewlemend a Efrînê û Şehba ye, heta ku dem were vegere welatê xwe."

Piştî xwendina daxuyaniyê ji bo avakirina meclisa kombendê hilbijartin pê hatin. Di encamê de 11 kes ( 5 jin û 6 mêr) hatin hilbijartin.

Endamên meclisê ev in:

Amîna Reşîd Yûsif( Heseke)

Hevî Mistafa( Qamişlo)

Cihan Hisên ( Qamişlo)

Mona Birîm ( Qamişlo)

Fatima Dayik  Şiyar( Qamişlo)

Şêrzan Elî (Qamişlo)

Xelîl Naasan( Qamişlo)

Îbrahîm Heftarû (Qamişlo)

Mohamed Sabriy (Şehba)

Ali Ramadan (Dêrik)

Îsmet Elî Osman (Dêrik).

Piştî hilbijartinan civîn bi dawî bû.

(hh)

ANHA