Derar bersiva daxuyaniyên Erdogan yên têkildarî Şamê da

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar bersiva daxuyaniyên Erdogan ên derbarê helwesta wî ji hikumeta Şamê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da û bi "Ne rast" wesifand.

Derar bersiva daxuyaniyên Erdogan yên têkildarî Şamê da
19 tebax, 2022   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar di postekê de ku li ser hesabê xwe yê facebookê parve kiriye got: "Erdogan dibêje armanca wî ne serkeftina li hemberî rejîma Esed e, lê têkoşîna li dijî terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojhilatê Firatê ye, ev ne rast e."

Derar her wiha got: "We bi nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk re diyalog kir da ku hûn bigihin armancên xwe û xiyanetê li dewleta Sûriyê bikin û wan red kir, ji ber vê yekê hûn vê kîna hovane û ne rewa li hember wan hildigirin û hûn bi derew û tawanên ne mentiqî dizanin. We berpirsyartiya aloziya Sûriyê ne girtiye ser xwe, hûn nebûne beşek ji çareseriyê û armanca we ne aştiya herêmî ye mîna ku hûn îdia dikin. We teror pêşwazî kir û we ew qas sal pê re derbas kirin û heta roja îro hûn pê re dan û standinan dikin. Rola we di gefên xeternak ên li ser we de hene ku we arê aloziyê li Sûriyê gûr kir, di bin navê ku şoreşek li wir heye û we ew bi munaweriyên xwe re ku heta roja îro di daxuyaniyên wê yên li hember rejîma Esed de xuya dikin."

Riyad Derar her wiha got: "Ji ber vê yekê gotina we ya dawî birêz Erdogan: (Divê em gavên pêşketî bi Sûriyê re pêk bînin ku dê komployên li ser vê herêma ji cîhana îslamê bi cîranên me re têk bibin) ev gotin bê wate ne, tenê ji we tê xwestin ku rêzê ji cîrantiya bi Sûriyê re bigirin û terora ku hûn dişînin rawestinin, wê demê heger hûn bixwazin wê şêniyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê destê aştiyê dirêjî we bike. Têkildarî têkiliyên wê bi rejîmê re, êdî ew dizanin bê wê çawa bêyî destwerdana we çareser bikin, ji ber ku hûn di nava agir de çinînê dikin û hûn agirekî gûr dikin ku em dixwazin vemirînin."

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyekê de îşaret bi normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re kir. Ev mijar di civîna li Soçiyê ya di navbera Erdogan û Pûtîn de hatibû nîqaşkirin.

Erdogan eşkere kir ku hevpêşeyî wî Vladîmîr Pûtîn di hevdîtinên Soçiyê de çareseriya krîzê bi hevkariya hikumeta Şamê pêşkêşî wî kiriye.

Gotegot hebûn ku di civînê de hewldanên Rûsya-Tirkiyê hebûn ku peymana Edene ya nûjenkirî pêk bînin ku di sala 1998'an de di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de hatibû îmzekirin.Armanc ji vê peymanê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

ANHA