QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSD’ê da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî windahiyên wan derew in û ji bo nixumandina sûcên xwe van îdiayan dike. Her wiha ji raya giştî xwest ku bi van îdiayên derew bawer neke.

QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin
19 tebax, 2022   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên der barê windayên wan de agahî dan. QSD’ê da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk derew in û van îdiayan ji bo nixumandia sûcên xwe yên li dijî sivîlan dike.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn:

“Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de hem êrişên xwe li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine, hem jî nûçeyên derew ku der heqê windahiyên me de diweşîne, zêdetir kirine. Encamên hemû faaliyetên leşkerî yên ku li herêmê çêdibin, ji aliyê me ve bi awayekî aşkere ji raya giştî re tên parvekirin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo ku bikare rastiya xwe ya qirker binixumîne, gelek caran windahiyên sivîl ku di encama êrişên wan de çêdibin, wekî şervanên me didin nîşandan.

Roj bi roj encamên hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ji raya giştî re tên parvekirin. Dîsa encamên çalakiyên me yên bersivdayinê jî bi raya giştî re tên parve kirin. Artêşa Tirk a dagirker di piranî êrişên xwe de bi taybetî û bi zanebûn nîştecihên herêmê dike hedef. Lê di nûçeyên xwe de wekî ku ev êriş li hember hêzên me çêdibin, nîşan dide û hejmarên ji rastiye dûr radigihîne.

Li gorî îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker tenê di 10 rojên dawî de ji 100’î zêdetir şervanên me di encama êrişên wan de hatine şehîdxistin. Ev îdia ne rast in. Artêşa Tirk di van êrişan de bi piranî gelê me dike hedef û di encama van êrişan de 5 jê zarok, 7 welatî şehîd ketin, 17 jê zarok 27 welatî jî birîndar bûn. Nûçeyên derew ên ku dewleta Tirk a dagirker diweşîne, ji bo nixumandina vê yekê ye. Pêwîst e gelê me û raya giştî bi van nûçeyên derew bawer nekin.”