​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
19 tebax, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mehmet Ocalan ê ku birayê rêber Abdullah Ocalan e, Mazlûm Dînç ê ku wasiyê rêber Abdullah Ocalan e, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Cezaya Girtî a Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê jî dan.

Ji 25’ê Adarê û vir ve tu agahî ji rêber Ocalan nayê girtin.