Çalakiya konvedanê ya li dijî bêdengiya navneteweyî di roja 8`an didome

Di roja 8`an ji çalakiya konvedanê de şêniyên navçeya Dêrikê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Çalakiya konvedanê ya li dijî bêdengiya navneteweyî di roja 8`an didome
19 tebax, 2022   11:41
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember vê yekê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi hevkariya Kongra Star 12`ê Tebaxê li pêşiya navenda Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan a li Qamişlo kon vegirt. Ev çalakî di rojan 8`an de bi beşdariya endamên saziyên herêmên Cizîrê dewam dike û banga girtina qada hewayî ya herêmê hate kirin

Kon bi wêneyên zarokên di êrişên dagirkeran de birîndar bûne, şehîd, alên Kongra Star, hêzên parastinê û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Îro jî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dêrikê û bi dehan gel tev li çalakiyê bûn.

Piştî çalakiyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ehmed ji ajansa me re behsa sedemên tevlêbûna ji çalakiya konvedanê re kir û got: "Em dixwazin dengê xwe bigihînin NY, YE, Amerîka, Rûsya û cîhanê tevahî ku me bi saya şehîdên xwe xizmet ji cîhanê re kir û çeteyên DAIŞ têk birin."

Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk pîvan û qanûnan bin pê dike, ger xwedî exlaq bûya li pêşberî çavên her kesî bi balafirên bêmirov zarok û ciwanên wan nedikirin aramnc.

Mehmûd Ehmed anî ziman ku Amerîka di şerê li dijî Afganistanê de derdora 20 hezar leşkerên xwe winda kirin, li Iraqê jî derdora 10 hezar leşker û li Sûriyê jî  û piştî 8 salan tenê 3 leşkerên xwe winda kirin, ev jî bi saya zarokên vî gelî zirarên zêde neda.

Mehmûd ev pirsî, gelo ev cezaya kesên berpirsyartiya parastina mirovahiyê girtine ser milên xwe ye? Ka wîjdanê mirovahiyê?

Şêniyên navçeya Dêrikê di dawiyê de banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Li gorî bernameya çalakiyê tê payîn ku sibe endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPÇ-D) tev li çalakiya konvedanê bibin.

(eh)

ANHA