​​​​​​​Dayik û bavên şehîdan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir

Di xwepêşandanên li bajar û navçeyên kantona Qamişlo de dayik, bav û zarokên şehîdan ên kantona Qamişlo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

​​​​​​​Dayik û bavên şehîdan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir
19 tebax, 2022   11:06
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajar û navçeyên kantona Qamişlo li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên li dijî gelê herêmê hate şermezarkirin.

Li Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê û Çilaxa li pêşiya navendên Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêmên navborî xwepêşandan hatin lidarxistin. Di van xwepêşandanan de pankartên bi nivîsên cuda hatin berzkirin, ji wan "Ka Neteweyên Yekbûyî?", "Ka mafên mirovan?" û "Na ji bêdengiya navneteweyî re". Di heman demê de wêneyên zarokên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd û birîndar bûne, rakirin.

Bi dehan dayik, bav û zarokên şehîdan tev li xwepêşandanan bûn. Xwepêşandêran devên xwe bi bandê pêça bûn, ev jî nîşaneya bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tine.

Her wiha piştî civîna sêalî ya Tirkiyê-Rûsya û Îranê ku 19`ê Tîrmeha derbasbûyî li Tehranê li dar ket û civîna Soçî ya serokên Tirkiyê- Rûsya ku 5`ê Tebaxê hate lidarxistin, asta êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû.

Herî dawî jî dewleta Tirk a dagirker duh li Hesekê li gundê Şimoke bi balafireke bêmirov navenda fêrkirinê ya zarokên keçîn kir armanc, 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HtkaDjvcQNU" title="​​​​​​​"شركاء في سفك دماء أبنائنا".. أمهات وآباء الشهداء ينددون بالصمت الدولي إزاء الجرائم التركية" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>