QSD´ê şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj û hevrêyên wan bi bîr anîn

QSD´ê fermandar Sosin Bîrhat û fermandar Rênas Roj û hevrêyên wan bi bîr anîn û soza tolhildanê, bilindkirina têkoşîna leşkerî ya rewa li hember dagirkeriya Tirk û terorê da.

QSD´ê şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj û hevrêyên wan bi bîr anîn
19 tebax, 2022   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê fermandar Sosin Bîrhat, fermandar Rênas Roj û hevrêyên wan ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda Têkiliyên Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Îro salvegera yekemîn a şehadeta endamê Meclisa Leşkerî ya QSD`ê Sosin Bîrhat û fermandar Rênas Roj û her 3 rêhevalên wan e, ku di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk li dijî navenda Têkiliyên Leşkerî yên li bajarê Til Temir de şehîd bûn. Hemwextî bibîranîna van şehîdan em soza xwe ya li hemberî wan û gelê xwe nû dikin ku em ê tola wan rakin û li dijî dagirkeriya Tirk di çarçoveya parastina rewa de tê bikoşin.

Hêzên me ji berê ve û heta niha pêşengtiya hêzên nîştimanî yên şoreşgerî dikin ku erka parastina gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mîsogerkirina ewlehî û aramiya wan girtine ser milên xwe. Di vê rêyê de jî berdêlên giran dan û hîn jî di oxira azadiya gelê me de û li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, amade ne berdêlên giran bidin.

fermandar Sosin, Rênas û rêhevalên wan ji lehengên hêzên me û gelê me yên rastî bûn ku heta kêliya dawî hezkirina xwe ya ji gel û xakê re parastin, li dijî hemû êrişan bêyî westan parastina herêmê kirin û di êrişeke terorîstane ya dagirkeriya Tirk û sîxurên wê de şehîd bûn.

Rêheval Sosin  Bîrhat, Rênas Roj, Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfellah Ehmed li hemberî parastina destkeftiyên şoreşê wefedar bûn û di têkoşîna hêzên me didin meşandin de roleke mezin lîstin û di vê rêyê de soza xwe bi cih anîn.

Bûyera şehîdxistina rêhevalên me ji aliyê dagirker û ajandeyên wan ve, bû sedem ku hêzên me xayîn û sîxurên bi dagirkeran re dixebitin, bişopînin û li ser vê bingehê hêzên me "Operasyona Sondê" da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de gelek sîxur hatin girtin ku ew bûn sedema şehîdxistina hevala me Sosin û hevalên wê. Ev jî israra me ya li ser berdewamkirina vê operasyonê zêdetir dike. Li vir em careke din soz didin ku em ê li dijî xayinan cezayên herî tund bibirin.

Bê guman şehadeta hevala me Sosin û hevalên wê ji bo me û gelê me pir giran û zehmet e û ew ê di bîr û bala me de bimînin. Di heman demê de hemû hêzên me di oxira şehadeta wan de dê li dijî êrişên dargirker asta têkoşînê xurt bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin. Li ser vê yekê em soza xwe li hemberî şehîd û gelê xwe dubare dikin.

Di dawiyê de em di wê baweriyê de ne ku dê gelê me destkeftiyên şehîdan biparêzin û li dijî dagirker û dijminan piştgiriya hêzên xwe bikin."

(eh)