HRE: Di çalakiyên bersivdana êrişên dagirkeriyê de, 4 çete hatin kuştin

HRE´yê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker her roj êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike, ji bo bersivdana van êrişan di çarçoveya parastina rewa de di çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

HRE: Di çalakiyên bersivdana êrişên dagirkeriyê de, 4 çete hatin kuştin
19 tebax, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bersivdayînê li dar xistin, di encamê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE´yê wiha ye:

"Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ku her roj zêdetir dibin, ji aliyê hêzên me ve di rojên 14 û 17’ê Tebaxê de, di çarçoveya parastina rewa de çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.

Di roja 14’ê Tebaxê de, li navçeya Mabeta ya Efrînê di encama çalakiyekê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

Di roja 17’ê Tebaxê de, nêzî gundê Meryemînê yê navçeya Şera di encama çalakiyekê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di encama van herdu çalakiyan de bi giştî 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Em Hêzên Rizgariya Efrînê tu êrişên dagirkeran bêbersiv nehêlin û li dijî hemû êrişên dagirkeriyê gelê xwe biparêzin."